Berpirsê NY: Kes nikare mafê çarenivîsa kurdan red bike!

25-09-2017
RÛDAW
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Serxwbûn Mafê Çarenivîsê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsekî bilind ê Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, ku mafê diyarkirina çarenivîsê îfadekirina rûmeta mirovan e û got: “Kî dikare wê mafê ji kurdan bistîne?”

 

Berpirsê Pêşxistina Proseya Demokrasiyê li NY Alfred de Zayas li ser navnîşana xwe ya twîtterê peyamek parve kir û got: “Mafê çarenivîsê wate demokrasî. Demokrasî jî wate mafê çarenivîsê ye.”

 

Alfred de Zayas balkişande ser mafê çarenivîsa gelê kurd, tamîlî û kateloniyan û diyar kir, ku wî rapora xwe ya derbarê yasaya navdewletî ya mafê diyarkirina çarenivîsê de bi têrûtesel nivîsandiye û ev rapor ji Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî şandiye.

 

De Zayas dibêje wî di raporê de bi zelalî behsa mafê van gelan kiriye.

 

Alfred de Zayas di sala 1981ê heta 2003ê di NY de parêzer û berpirsê bilind ê Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan bû. Herwiha Sekreterê Komîteya Mafê Mirovan bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst