Hollande û Rohanî civiyan

25-09-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Fransa Francois Hollande wek yekemîn rêberê rojava bi Serokomarê Îranê Hesen Rohanî re civiya.

Li gor nûçeya ajansa Reutersê, alîkarekî Serokê Fransa aşkere kir ku, Hollande û Rohanî di civînê de, qeyrana Sûriyê û rewşa Libnanê û programa etomî ya Tehranî gotûbêj kirin.

Çavkaniyê diyar kir ku Rohanî derbarê qeyrana Sûriyê de ji Hollande re gotiye ku ew dixwaze ew şer bi dawî were û lidarxistina kongreya Jinêv2 jî qebûl dike.

Berî civînê, Serokê Fransa Francois Hollande di gotara xwe ya di komeleya giştî ya Netewên Yekbûyî de got, Parîs dixwaze Tehran gavên praktîk bavêje ji bo rawestandina programa xwe ya etomî.

Serokomarê Îranê Hesen Rohanî roja 23ê Îlona 2013 bo ku beşdarî civîna civata giştî ya NY bibe, çû New Yorkê.

Dihat gotin ku Rohanî dê digel serokê Amerîka Obama jî hevdîtin pêk bîne lê ev mijar ji aliyê wezareta derve ya Îranê ve hat redkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst