Almanya - Êrişkarê Solingenê xwe teslîmî polîsan kir

Solingen (Rûdaw) - Kesê ku li bajarê Solingenê yê Almanyayê bi kêrê 3 kes kuştin û 8 kes jî birîndar kirin, teslîmî polîsan bû.

Li bajarê Solingenê yê herêma Nordrhein Westfalenê ya Almanyayê ji bo 650emîn salvegera avakirina bajêr festîvalek dihat lidarxistin.

Kesekî bi kêrê êrişî beşdarên festîvalê kir û di encama êrişê de 3 kes hatin kuştin û herî 8 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Nordrhein Westfalenê Herbert Reul got doh êvarê ragihand ku gumanbarê sereke yê êrişa li bajarê Solêngenê yê Almanyayê hat girtin.

Êrişkar bi xwe çû cem hêzên polîs û ji wan re got ku “Ew kesê ku hûn lê digerin ez im.”

Navê gumanbar Îsa H. ye û 26 salî ye û ji bajarê Dêrezorê yê Sûriyeyê ye. Di sala 2022yan de li Almanyayê daxwaza mafê penaberiyê kiriye.

Îsa piştî êrişê bi kincên xwe yên şil û bi xwîn xwe li hewşa avahiyekê veşartibû.

Ew ji aliyê ajansên ewlehiyê yên Alman ve wekî “Îslamîstekî radîkal” tê binavkirin.

Birêvebirê Polîsê Dusseldorfê Thorsten Fleiss doh ji Rûdawê re ragihand ku ciwanekî 15 salî hatiye desteserkirin û ji bo tespîtkirina egera ku destê wî di êrişê de hebe lêpirsîn didome.

Herwiha doh êvarê polîsan avêt ser kampake penaberan a li bajarê Solingenê û ciwanekî din ê Sûriyeyî hat desteserkirin.

Lê Wezîrê Karên Navxwe yê Nordrhein-Westfalen got, “Ew ne ew kesê ku em lê digeriyan bû.”

DAIŞê şeva borî di daxuyaniyekê de berpirsyariya êrişê girt ser xwe û ragihand, “Êrişkar leşkerekî Dewleta Îslamî ye.”