Îstixbarata Amerîkayê: Balafira Prîgojîn bi teqîneke bizanebûn hatiye xistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî îstîxbarata Amerîkayê, balafira ku damezrînerê Grûpa Wagnerê Yevgeny Prîgojîn û 9 kes tê de bûn, di encama “teqîneke bizanebûn” de hatiye xistin.

Rayedarên Amerîkayî û rojavayî yên ku nexwest navên xwe eşkere bibin, li ser nirxandina îstîxbarata destpêkê ya têkildarî ketina balafira ku Prigojin tê de bû daxuyanî da.

Rayedaran îdia kir ku balafir di encama "teqîneke bizanebûn" de hatiye xistin.

Herwiha rayedaran got ku li gorî nirxandina ewil dibe ku Prîgojîn hatiye armanckirin û xuya ye ku bûyer bi "dîroka dirêj a bêdengkirina rexnegirên xwe" ya Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn re têkildar e.

Rayedaran derbarê sedema teqînê de agahî nedan.

Li aliyê din di nirxandina îstîxbaratê de hat destnîşankirin ku Putîn ji malbatên kesên ku di balafirê de ne re sersaxî xwestiye û wan bal kişand ser "şaşiyên cidî" ên Prîgojîn.

Berdevkê Pentagonê Mîrlîwa Pat Ryder derheqê mirina Prîgojîn de daxuyanî da çapemeniyê.

“Îhtimal heye ku Prîgojîn hatibe kuştin”

Ryde destnîşan kir Amerîka bawer dike ku Prîgojîn hatiye kuştin û wiha domand:

"Li gorî nirxandina me ya ewil a ku em dispêrin faktorên curbecur îhtimal heye ku Prîgojîn hatibe kuştin."

Li gorî hinek angaştan, Balafira Yevgeniy Prîgojîn a taybet ji bejahiyê ve bi mûşekan hatiye xistin.

Pat Ryder got ku ti agahiyeke vê îdiayê piştrast bike tune.

Li aliyê din, Ryder li ser îdiaya ku di balafirê de bombeyek teqiyaye jî ti şîrove nekir.

Herwiha Serokê Amerîkayê Joe Biden, di 23ê Tebaxê de li Kalîforniyayê, li ser pirsa rojnamegeran a ka "Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn li pişt vê bûyerê ye an na?" wiha bersiv da:

“Li Rûsyayê kêm tişt hene ku Putîn tê de nebe, lê belê zanyariyên min ên ku ez bersiva vê zanibim hîn tunin. 

Nizanim bê di qezaya balafirê ya li Rûsyayê de çi qewimî lê ez matmayî nemam.”

Çi bûbû?

Wezareta Rewşa Awarte ya Rûsyayê di 23yê Tebaxê ragihandibû ku li herêma Tverê di encama ketina balafireke taybet de 10 kes mirine.

Di balafirê de damezrînerê Grûpa Wagnerê Yevgeny Prîgojîn jî hebû.