Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê ji Rûdawê re: Em ji sozan bawer nakin

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov li ser peymana dexlûdanan got “Em li ser vê mijarê ji diyalogê narevin. Pêgeha me jî pir basît e. Em bi sozan bawer nakin. Em ji wan taştêyan êdî têr in ku ji me ra dibêjin.”

Sergey Ryabkov ji bo vejandina peymana dexlûdanan şert û mercên Rûsyayê eşkere kir û wiha anî ziman, “Hemû zozên ku çend caran dane û ne kirine, pêk bînin. Emê jî paşê li rewşê binêrin û binirxînin ku eger di rastiyê de hemû daxwazên me hatine cîbicîkirin, hingê Rûsya dê bi tevayî vegere ser Peymana Genimê

Herwiha Ryabkov li ser çareserkirina hinartina petrola Kurdistanê jî got “Divê bê destwerdaneke ji derve ya bi niyeta xirab, pêk were.”

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov bersiv da pirsên nûçegihanê Rûdawê yê Moskowê Kamîz Şedadî

Rûdaw: Serok Vladimir Putin, hê di Lûtkeya Rusya-Efrîqayê de ragihandibû ku Rûsya amadeye berhemên xwe hinardeyî welatên Efrîqayê bike û heta bê pere jî. Gelo şansa vejandina Peymana Genimê heye? Jixwe destpêşxeriyeke çalak a Serokkomarê Tirkiyeyê heye di vê hêlê de û demekÊ nêz de ew dê biçe serdana Rêsyayê.  

Sergey Ryabkov: Hûn zanin, em li ser vê mijarê ji diyalogê narevin û em pir bi sebr û bi aramî û bi hûrgilî û dûr û dirêj pêgehan rave dikin. Pêgeha me jî pir basît e. Em bi sozan bawer nakin. Em ji wan taştêyan êdî têr in; ku ji me ra dibêjin: Hûnê her tiştî bikin ku ji Rûsyayê tên daxwazkirin û vegerin ser statukoya ta 18 Tîrmehê, û em jî rojekî, piştî çend mehan dê ji nû ve dest bi hizirê bikin ka, em dikarin Selxozbank vegerinin nav SWIFTê an na? Ka em çi dikarin bikin ser pisra bîmkirina keştiyan; ka çi derfet hebe ku keştiyên barkêş ên Rûsî têkevin benderên welatên Rojavayî? Me van tiştan gelek bihîstine. Ev xapandin e. Sextekarî ye û vala ye. Li vir ji bo me tiştekî balkêş tune. 

Îca, bila di serî de ew, hemû zozên ku çend caran dane û ne kirine, pêk bînin, û emê jî paşê dê li rewşê binêrin û binirxînin ku eger di rastiyê de hemû daxwazên me hatine cîbicîkirin, hingî Rûsya dê bi tevayî vegere, wek dibêjin, ser Peynama Genimê, an ku ser Destpêşxeriya Deryaya Reş.

Klasîkek di berhema xwe ya navdar de weha gotiye: `Sibê zû pere bîne; êvarê kûrsiyan werbigre`. Îcar rewş tam heman rewş e. Û dîsa, ji heman lehengî dipirsin: `Lê bi berovajî dibe?`, dibêje: `Dibe. Lê pêşî pere`.

Rûdaw: Lê Erdogan her rijd e ku rêkeftinek divê hebe. Gelo ew dê bibe rêkeftineke nû, yan ya kevin bê vejandin?

Sergey Ryabkov: Rêzdar serokê Tirkiyeyê çalakbûneke mezin nîşan dide. Ez wisa têdigihêjim ku temasên me dê bi hevkarên me yên Tirk re jî berdewam bibe. Bo nimûne, amadekariya serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê heye bo Federasyona Rûsyayê. Lê ev yek dê pêgehê me neguhere. Em dê pêgehên xwe ji cîran û dost û hevkarên me yên Tirk re jî bi heman awayî rave bikin.

Rûdaw: Eger pir bi kurtî. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê çû şerdana Îraq û Herêma Kurdistanê û di rojevê de mijara jinûve hinartina nefta Kurdistanê bi ser erdê Tirkiyeyê re hebû ku demeke rawestiyaye. Bi nêrîna we çareseriya vê pirsgirêkê dê çi be di bazara enerjiya cîhanê de?

Sergey Ryabkov: Ez di vê hêlê de pispor nînim lê ez dixwazim ji we re wiha bêjim: Rûsya bi kevneşopî rêz li serwerî û yekparî ya hemû cîranên xwe yên li Rojhilata Navîn digre. Û her wiha em pir bi baldarî çavdêriya hemû proseyan jî dikin ku li wê herêmê pêşve diçin.

Min ê xwe ji pêşbînî û texmînan ragirtiba, ka di demên pêş de li wê herêmê dê çi dikare rû bide lê bi giştî divê ev yek, bi nêrîna min, bê destwerdaneke ji derve ya bi niyeta xirab, pêk were. Bi taybetî jî bê kartêkirina aktorên derveyî ji herêmê. Mixabin, kartêkirinên wiha li herêmê hê jî hene.

Rûdaw: Spas dikim.