Pentagonê îdia kir ku avakarê Wagnerê ‘hatiye kuştin’

25-08-2023
Nîşan Pentagon Yevgenîy Prîgojîn Wagner
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) îdia kir ku Yevgenîy Prîgojîn hatiye kuştin.

Yevgeniy Prîgojîn, avakerê Wagnerê bû ku grûpa eskerên bipere ye.

Balafira Yevgeniy Prîgojîn a taybet li Tverê ketibû ew jî tê de miribû.

Li gorî nûçeya The Hillê, Berdevkê Pentagonê Mîrlîwa Pat Ryde der heqê mirina Prigojîn de daxuyanî da çapemeniyê.

“Îhtimal heye ku Prîgojîn hatibe kuştin”

Ryde destnîşan kir Amerîka bawer dike ku Prîgojîn hatiye kuştin û wiha domand:

"Li gorî nirxandina me ya ewil a ku em dispêrin faktorên curbecur îhtimal heye ku Prîgojîn hatibe kuştin."

Li gorî hinek angaştan, Balafira Yevgeniy Prîgojîn a taybet ji bejahiyê ve bi mûşekan hatiye xistin.

Pat Ryde got ku ti agahiyeke vê îdiayê piştrast bike tune.

Li aliyê din, Ryde li ser îdiaya ku di balafirê de bombeyek teqiyaye jî ti şîrove nekir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst