Zelenskiy, li ser mirina Prîgojîn daxuyanî da: Her kes fêm dike!

Hewlêr (Rûdaw) - Volodimîr Zelenskiy, li ser mirina Yevgeniy Prîgojîn got, “Bi vê yekê re eleqeya me tune. Her kes fêm dike bê eleqeya kê pê re heye."

Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy, li ser qezaya balafirê ya ku Yevgeniy Prîgojîn tê de mir daxuyanî da.

Yevgeniy Prîgojîn, avakerê Wagnerê bû ku grûpa eskerên bipere ye.

“Her kes fêm dike”

Volodimîr Zelenskiy, ragihand ku pêwendiya wan bi bûyerê re nîne û got:

"Bi vê yekê re eleqeya me teqez tune. Her kes fêm dike bê eleqeya kê pê re heye."

Zelenskiy û Serokomarê Portekîzê Marcelo Rebelo De Sousa li Kieva paytexta Ukraynayê civiyan.

Zelenskiy piştî hevdîtinê, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Zelenskiy di civînê da bersiv da pirseke li ser mirina Yevgeniy Prigojinê avakarê Wagnerê û wiha got:

"Bi vê yekê re eleqeya me teqez tune. Her kes fêm dike bê eleqeya kê pê re heye."