Holanda alîkariya koçberan nake

25-08-2022
RÛDAW
Nîşan Holanda Kampa Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Holandayê di derbarê mirina zarokekî koçber ê 3 mehî lêkolînan dike ku li navendeke koçberan li wî welatî canê xwe ji dest dabû.

Bêhtirî 700 koçber li gundê Ter Apel li Herêma Groningen li bakurê rojhilatê Hollanda li ser cadeyan dimînin.

Rêxistina Encûmena Holandî ya Penaberan ku dozek li dijî Hikûmeta Holandayê vekiriye derbarê wan koçberan de ragihand, rewşa ku koçber tê de dijîn li wê navenda pêşwazîkirinê li dijî prensîpên Ewropayê yên mafên mirovan e.

Biryar e 15ê Îlonê dadgeheke Holandayê derbarê wê dozê de rûniştinekê bike û li ser daxwaza wê rêxistinê heta 1ê Cotmehê hikûmet rewşa wan koçberan baştir bike û alîkariyên mirovî ji bo wan pêşkêş bike.

Li gorî amarên Hikûmeta Holandayê sala borî nêzîkî 32 hezar welatiyên Holandayê yên bê mal hebûn û li ser cadeyan diman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst