3 keştiyên din ên dexlûdan ji Ukraynayê birê ketin

25-08-2022
RÛDAW
Nîşan Ukrayna Keştî Dexlûdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku, 3 keştiyên din ên dexlûdan barkirî ji peravên Ukraynayê bi rê ketin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê veguhestina dexlûdanê Ukraynayê bo bazarên cîhanê de ragihand ku veguhestina dexlûdan bi awayê plankirî didome.

Hat diyarkirin, di vê çarçoveyê de 3 keştiyên din jî yên ku dexl û dan barkirî ji benderên Odessa û Pivdenyiyê bi rê ketin.

Piştî ku şandeke ji nûnerên Tirkiyê, Ukrayna, Rûsya û Neteweyên Yekbûyî, di keştiyan de pişkînînê bikin, dê rê bê dayîn, ku ji Tengava Stenbolê derbas bibin û biçin bazarên cîhanê.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku îro keştiyeke ku dê ji Ukraynayê derbikeve û 5 keştiyên dê biçin Ukraynayê bên kontrolkirin.

Rûsya û Ukraynayê 22ê Tîrmeha 2022ê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û Tirkiye li bajarê Stenbolê rêkeftinek derbarê hinardekirina genim û dexlûdan de îmzekiribûn.

Ji bo çareserkirina nakokiyan û piştrasbûna ji çêbûna her cor pirsgirêkekê di veguhestina dexlûdan de, 27ê Tîrmeha 2022ê jî li Stenbolê navendeke hevhangî û kontrolkirinê hat damezrandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst