Ciwan Haco: Zimanê Kurdî hin jî tê terorîzekirin

25-08-2021
RÛDAW
Nîşan Ciwan Haco Zimanê Kurdî Didem Arslan Yilmaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd ê navdar Ciwan Haco ji ber bêrêzîtiya li dijî zimanê Kurdî  bertek nîşanî pêşkêşvana kanala Show TV ya Tirkiyê Didem Arslan Yilmaz da û got “Zimanê me yê Kurdî hîn jî tê terorîzekirin.”

Hunermendê Kurd Ciwan Haco li ser hesabê xwe yê Twitterê bi taga #bijizimanêkurdi nûçeya Rûdawê ya di derbarê bêrêzîtiya li dijî zimanê Kurdî parve kir û bertek nîşanî pêşkêşvana kanala Show TV ya Tirkiyê Didem Arslan Yilmaz da.

Ciwan Haco li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got “Tevî ku em di sedsala 21. de ne, zimanê me yê Kurdî hîn jî tê terorîzekirin.”

 

 

Li aliyê din  Baroya Wanê, li dijî pêşkêşvanê Didem Arslan Yilmaz ku dengê mêvana bernameya xwe dixwest bi Kurdî biaxivî qut kiribû, dozê ve dike.

Baroya Wanê derbarê pêşkêşvan Didem Arslan Yilmaz de, daxwaznameyek pêşkeşî Serdozgeriya Komarê ya Wanê kir û tê de dibêje Yilmaz "sûcên nefretê" û "heqareta giştî" kiriye.

Çi bûbû?

Li ser mijareke civakî Turkan Taşçi bû mêvana bernameya Didem Arslan Yilmaz, lê ji ber ku bi zimanê Kurdî xwest biaxive, telefona wê hat qutkirin.

Didem Arslan Yilmaz di weşanê de got: “Na, na Turkan xanim, divê em jî fêm bikin. Telefona Turkan xanim qut bikin. Nikare heqaret li keçikan bike. Ez jî hinek Kurdî dizanim, qet nabe. Bila meta wan beşdar bibe û xweşik bi Tirkî biaxive em dê fêm bikin. Ev der Komara Tirkiyê ye. Em wî zimanî nizanin, eger me zanibûna me dê bi axiviya jî û têbigihiştîna.”

Piştî van gotinên Arslan, li medyaya civakî gelekî nerazîbûn hat nîşandan û ew wek helwesteke “nîjadperestî” hate binavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst