Li Mexribê ji ber hewaya germ 21 kes mirin

13 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mexrib Germa Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Mexribê ragihand ku ji ber hewaya germ 21 nexweş û kesên pîr mirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Mexribê, li nexweşxaneya li bajarê Benî Mellalê ku li naverasta welat e ji ber germa zêde 21 kes mirin.

Hat ragihandin ku ji 21 kesên ku mirin jê 17 kes nexweşên ku dihatin dermankirin.

Hat gotin ku piraniya kesên ku ji ber germayê mirin nexweşiyên wan ên kronîk hebûn û germa zêde li wan bandoreke nerênî kir û bû sedema wefata wan.

Wezaretê di nav rojê de daxuyaniyeke din belav kir, diyar kir ku "ji bo kêmkirina bandora neyînî ya hewaya germ dê bi lez û bez tedbîrên bên hildan."

Rêveberiya Meteorolojiyê ya Fasê 21ê Tîrmehê ragihandibû ku dê germa hewayê li hin herêman heta 46 pileyî derbikeve û hişyarî dabû welatiyan da ku baldar bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst