Parêzgarê Hewlêrê û Şaredarê Stenbolê civiyan

25-07-2024
RÛDAW
Nîşan Umêd Xoşnaw Ekrem Îmamoglu Parîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu li paytexta Fransayê bajarê Parîsê civiyan.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu li ser vexwendina Şaredariya Parîsê ya ji bo beşdarbûna Konferansa Guherîna Keşûhewayê li çûn Parîsê.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, Ekrem Îmamoglu û Umêd Xoşnaw li Parîsê civiyan.

Di hevdîtinê  ji bilî pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de behsa pêşxistan pêwendiyên di navbera Hewlêr û Stenbolê de jî hat kirin.

Ekrem Îmamoglu, Umêd Xoşnaw vexwend Stenbolê û Xoşnaw Serokê Şaredariya Stenbolê vexwend Hewlêrê.

Li gorî daxuyaniya her du aliyan vexwandinên hev qebûl kirin û tekezî li ser zêdetir pêşxistina pêwendiyan navbera xwe kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst