Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rêza çendan de ye?

22 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Azadiya Çapemeniye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarênRSFyî, Tirkiye li seranserê cîhanê di warê azadiya çapemeniyê de di nav 180 welatî de di rêza 158emîn de ye.

Roja “24ê Tîrmehl” li Tirkiyeyê wek “Cejna Medyayê” tê pîrozkirin.

Berî 116 salan di dema Osmaniyan de ji ber ku sansura li medyayê hatibû rakirin roja 24ê Temûzê wekî “Cejna Medyayê” an jî “Roja Tekoşîna Ji Bo Azadiya Medyayê” tê pîrozkirin.

Lê li gorî amarên Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nenas (RSF), Tirkiye li seranserê cîhanê di warê azadiya çapemeniyê de di rewşeke gelekî xirab de ye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berdewam rojnameger têne girtin û cezakirin.

Ji ber zexta li ser rojnamegeran Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de li cîhanê di rêza 158emîn de ye.

Tirkiye sal bi sal xirabtir bûye

Li Tirkiyeyê ji  2002yan ve ku AK Partî hat ser desthilatê di warê azadiya rojnamegeriyê de sal bi sal xirabtir bû.

Sala 2002yan di rêza 99emîn de bû, sala 2016an daket rêza 151emîn, sala 2017an di rêza 155emîn de bû, sala 2018 û 2019an di rêza 157emîn de bû, sala 2020an di rêza 154emîn, sala 2021ê di rêza 153yemîn, sala 2022yan di rêza 149emîn û sala borî jî di rêza 165emîn de bû.

Herwiha li gorî amarên Enstîtuya Medyayê ya Navneteweyî (IPI) niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 13 rojnameger girtî ne.

Binpêkrinên li hemberî rojnamegeran

Ji serê sala 2024an ve li mafê 219 rojnamegeran hatiye binpêkirin.

95 binpêkirin “gef, armanc nîşandan û tundûtûjiya devkî” bûn ku dike ji sedî 43yê hemû binpêkirinan.

Sala 2024an ji 110 rojnamegeran zêdetir herî kêm 80 caran derketine pêşberî dadgehê ku tenê derbarê 15an de biryara beraatê hatiye dayîn û derbarê 16 rojnamegeran de cezaya girtîgehê hatiye dayîn.

Ji sedî 39ê rojnamegeran bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” û “propagandaya terorê” hatine cezakirin.

141 rojname û malper hatine astengkirin

Herwiha di sala 2024an de 141 rojname û malper hatine astengkirin û 505 rojan weşana wan hatiye qedexekirin.

29 milyon ceza hatiye birîn

Li gorî, Rapora Çavdêriya Medyayê ya Tora Ragihandina Serbixwe jî di 3 mehên dawî de 29 milyon û 205 hezar û 625 lîre ceza li saziyên medyayê hatiye birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst