Putin li Kremlînê Esed pêşwazî kir

23 demjimêr berê
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Vladimir Putin Beşar Esed Kremlîn
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin li Kremlînê bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esed re hevdîtinek pêk anî.

Kremlînê li ser hevdîtina Vladimir Putin û Beşar Esed daxuyaniyek belav kir.

Kremlînê da zanîn ku Vladimir Putin şeva borî Beşar Esed qebûl kiriye.

Di hevdîtinê de serokê Rûsyayê got ku ew dê li ser tevaya pêwendiyên di navbera her du welatan de, bi taybetî li ser pêwendiyên bazirganî û aborî gotûbêj bikin.

Putin herwiha da zanîn ku ew dê nêrîna Esed li ser bipêşketinên rewşa Rojhilata Navîn jî wergire.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin got, “Derfeta me heye ku em li ser hemû kompleksa têkiliyên xwe biaxivin.

Helbet nêrîna we ya li ser çawaniya bipêşketina rewşa herêmê bi giştî ez pir meraq dikim.

Mixabin, wekî em dibînin, rewş ber bi xirabbûnê ve diçe. Ev yek rasterast bi Sûriyeyê re jî têkldar e.”

Li aliyê din, Esed jî ji Putin re gotiye, “Li berçavgirtina hemû bûyerên ku îro li cîhanê bi giştî û li herêma Avrasyayê diqewimin, civîna me ya îro pir girîng xuya dike ku em hemî hûrguliyên bipêşveçûna van bûyeran, li ser perspektîv û senaryoyên muhtemel gotûbêj bikin.”

Di salvegera pêwendiyê Rûsya û Sûriyeyê de civiyan

Serokê Sûriyeyê bal kişand ser wê yekê ku ev hevdîtin hevdem bû bi salvegera damezrandina pêwendiyên dîplomatîk ên di navbera her du welatan de.

Rûsyayê 2015an di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de piştgirî dabû piştgiriya leşkerî dabû Beşar Esed û hikûmeta wî ji hilweşînê rizgar kiribû.

22yê Tîrmehê, rojnameya tirkî Daily Sabah nivîsîbû ku dibe ku di meha Tebaxê de li Moskowê hevdîtinek di navbera serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Beşar Esed de pêk were.

Li gorî çavkaniyên rojnameyê, serokê Rûsyayê Vladimir Putin dibe ku di van danûstandinan de bibe navbeynkar.

Rojnameyê herwiha raguhand ku ji bo vê hevdîtinê dibe ku dawetname ji bo serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî were şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst