Wezîrê Karên Derve yê Çînê ji kar hat dûrxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Çînê di civîneke parlamentoya wî welatî de ji kar hat dûrxistin, bêyî ku sedema dûrxistina wî were destnîşankirin. Li aliyekî din Wezîrê Karên Derve yê nû jî hat diyarkirin.

Parlamentoya Çînê di civîna xwe ya îro de Qin Gang ji posta Wezîrê Karên Derve yê wî welatî dûrxist û Wang Yi weke Wezîrê Karên Derve yê nû tayîn kir.

Medyaya fermî ya Çînê ti zanyarî li ser sedema dûrxistina Gang ji posta xwe belav nekiriye û medyayên biyanî jî şîroveyên cuda li ser rewşê dikin.

Qin Gang herî dawî 26ê Hezîranê dema ku bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Andrey Rudinko re hevdîtin pêk anîbû, hatibû dîtin.

Li gorî medyaya Çînê, yekemîn civîna fermî ya ku Gang tê de beşdar nebû û hat betalkirin, 4ê Tîrmehê bi Berpirsê Karûbarê Derve û Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell re bû.

Nêzîkî mehekê bû ku ti çalakiyeke Qin Gang nebû û beşdarî ti civînên nedibû, ji ber wê jî di medyayên cîhanê de gelek gotegot derbarê wî de hatibûn belavkirin.

Ji bo dûrxistina Gang ti sedem bi awayekî fermî nehatiye nîşandan, û ajansa fermî ya Çînê jî tenê ragihandiye, Serokê Çînê bi biryarekê rê daye ku ew ji wezîfeyê bê dûrxistin.

Qin Gangê 57 salî ji sala 1980yî ve di hikûmeta Çînê de dixebite û çendîn berpirsyarî di Wezareta Derve ya wî welatî de wergirtine û weke kesekî pir nêzîkî Serokê Çînê Xi Jinping dihat hesibandin.

Gang, di Kanûna Peşîn a 2022an de wekî Wezîrê Karên Derve yê Çînê hatibû erkdarkirin.

Gang berî wergirtina posta Wezîrê Karên Derve, kêmtir ji du salan wek balyozê welatê xwe li Amerîkayê xebitîbû.