Xaça Sor: Korona dibe sedema zêdebûna hejariyê û koçberiyê li cîhanê

Hewlêr (Rûdaw) - Virusa koronayê kiriye ku bêkarî û hejarî li cîhanê zêde bibe, ev jî jiber tedbîrên taybet bi rêgirtinê dijî belavbûna koronayê ku ji aliyê welatan ve tê kirin.

Rêveberê Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî hişyariyê dide û dibêje, ligel vekirina sînoran û jiber hejariyê û bêkariyê, dibe ku xelk pêl bi pêl ber bi welatên din ve koçber bibin.

Gagn Chapgn, Rêveberê Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî, “Tişta ku guhê me lê dibe, ew e ku xelkên çavkaniya debara jiyana xwe jidest dane, her demekê ku sînor bên vekirin, dibe neçar bibin û cihê jiyana xwe biguherin. Lewra nabe em ecêbmayî bimînin dema diyardeya koçberiyê bi awayekî mezin di meh û salên bê de zêde bibe.”

Xaça Sor a Navdewletî çaverê dike, ku zêdebûna koçbriyê jiber koronayê dê bike welatên ku ev koçber berê xwe bidin wan têçûyekî zêde bikeve ser milê wan. Ev di demekê de ye ku aboriya piraniya welatên cîhanê ketiye jêr bandora mezin a koronayê, herwiha li welatên pêşketî jî hejarî bilind bû ye.

Gagn Chapgn, Rêveberê Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî, “Eger xelk neçar bibin û koçber bibin, dê têçûya alîkarîkirina koçberan di dema çûnê de bê guman dema digihên welatê armanc, gelekî zêde dibe, ji wan preyên ku pêwîste bo alîkarîkirina debara jiyanê, xwendin û tendirustiya wan li welatên wan bi xwe.”

Li gor Banka Cîhanî, di sala 1990î de ji sedî 36ê akinciyên cîhanê li jêr hêla hejriyê de bûn, ku dikir milyarek û 900 milyon kes. Ev rêjeye heta çend mehan berî korona heta ji sedî 8 daketibû, wate tenê 560 milyon kes li jêr hejariyê de bûn. Lê derketina korona berê vê yekê guhert, bi awayekî ku niha Banka Cîhanî pêşbînî dike ku korona bibe sedema hejarbûna herî kêm a 71 milyon kesî li seranserî cîhanê.

Hevdem peymangha cîhanî a ser bi Neteweyên Yekbûy, hişyariyê dide ku jiber belavbûna korona, rêjeya hejariyê li cîhanê di zêdebûnê de berdewam dibe, ku ji sedî 8 bo ji sedî 12.8 zêde dibe.