Galeriya wêneyan

25-07-2018
22 Photos
RÛDAW

Rûdaw - AFP


Li Yûnanê ji ber derketina şewatekê li nêzîk paytexta wî welatî li Esîna  ku têde 74 kesan jiyana xwe jidest dan. Hikûmeta Yûnanê ji ber wê karesatê 3 roj weke şîna giştî li welat ragihand.

Di encama wê bûyera agirpêketinê de, 74 kesan canê xwe ji dest dane. Li gorî agahiyan, hejmarek ji qurbaniyan ji ber asûbêna di nav mal û otomobîlên xwe de û hejmarek din jî ji ber ku xwe avêtina bo nav deryayê û xeniqînê, canê xwe ji dest dane. Herwiha ji ber wê bûyerê, 164 kes ku 23 kes ji wan zarok in, birîndar bûne.

Serokwezîrê Yûnanê, Alexis Tsîpras jî ji ber wê bûyerê serdana xwe ya bo Bosniya û Herzeguina di niviyê de hêla û vegera welatê xwe. Alexis Tsîpras ragihand, sê roj şîna giştî ragihand û bang li hevwelatiyên Yûnanê kir, ku divê yekîtî û hevsoziya nîştimanî bihê parastin.