Li Spanya 3 rojan şîna giştî hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Spanya ji ber bûyera trafîka trenê, ku bû sedema mirina herî kêm 77 kesan, 3 rojan şîna giştî hat ragihandin.

Serokwezîrê Spanya Mariyano Raxoy ji ber bûyera duh a trenê 3 roj şîna giştî ragihand.

Li gorî nûçeya BBC, di bûyerê herî kêm 77 kes mirine û zêdetirî 140 kes jî birîndar bûne.

Tê gotin rewşa 36 birîndaran giran e.

Li gorî medyaya Spanyayê, trena han ku ji paytext Madrîdê diçû bajarê Ferrol bi lezeke zêde diçû û dema vegera vîrajê de ji rê derketibû û bûyer qewimîbû.

Lê heta niha rayedarên fermî sedemên jirêderketina trenê eşkere nekirine.