140 koçberên Rojavayê Kurdistanê ji Sûdanê bo Hewlêrê hatin veguhestin

25-06-2023
RÛDAW
Koçber bi rêya balefireke serbazî ya Iraqê ji Sûdanê bo Hewlêrê hatin veguhestin
Koçber bi rêya balefireke serbazî ya Iraqê ji Sûdanê bo Hewlêrê hatin veguhestin
Nîşan Sûdan Penaber Rojavayê Kurdistanê Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 140 welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji Sûdanê bi balefireke serbazî gihîştin Hewlêrê û biryar e îşev balafireke din bê.

Zêdetirî 2 meh in, şer û pevçûn li Sûdanê berdewam in, piraniya welatan welatiyên xwe ji Sûdanê welatî derxistin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê derengê şeva derbasbûyî, yekem balafira serbazî ku 140 welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê têde bûn ji balefirxaneya BorPort-Sûdan anîn Balefirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê.

Ew 140 kes niha di 3 hotêlên Hewlêrê de ne, îro şandeke Neteweyên Yekbûyî jî seredana wan kir.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo wan cihê mayînê peyda dike, xwarina amadekirî pêşkêşî wan dike.

Biryar e îşev balafireke din jî ya penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bê Hewlêrê û sibe jî 3yem balefir digihe Hewlêrê.

Di 15ê Gulana 2023yên de şer û pevçûn di navbera Artêşa Sûdanê bi serokatiya Ebdulfetah Burhan û Hêzên Piştevaniya Bilez (RSF) bi serokatiya Mihemed Deqlo derketibûn û heta niha berdewam in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst