Derya Turk: Em hêvî dikin Nêçîrvan Barzanî û rayedarên Alman behsa rewşa Êzidiyan bikin

Berlîn (Rûdaw) - Endama Parlementoya Almanyayê, Derya Turk dibêje, serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya bo Almanyayê “nîşaneke girîng û baş e, ji ber ku gotûbêjên li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo hemû navçeyê gelek giring in.” Derya Turk hêvî jî kir ku di civîna navbera Serokê Herêma Kurdisatanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz de rewşa Kurdên Êzidî û xelkê Şingalê were gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Duşemê 26ê Hezîrana 2023an di çarçoveya serdaneke fermî de dê serdana Almanyayê bike û bi Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz û hejmarek berpirsên din ên Almanyayê re bicive.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, Nêçîrvan Barzanî dê di hevdîtinên xwe de, pêşxistina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên bi Almanyayê re, berfirehkirina warên hevkariyên hevbeş, û rewşa Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê bi serkirdayetî û berpirsên Almanyayê re gotûbêj bike.

Endama Parlementoya Almanyayê, Derya Turk derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya bo Almanyayê de ji Rûdawê re ragihand, “nîşaneke girîng û baş e, ji ber ku gotûbêjên li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo hemû navçeyê gelek giring in.”

Derya Turk hêvî kir ku rewşa Kurdên Êzidî beşek ji ajandaya serdanê û hevdîtinan be. Derya Turk amaje bi hevdîtina Seorkê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz kir û got: “Hêvîdar im di vê civînê de mijra Êzidiyan û xelkê Şingalê yên ku ji ber rewşa xirab û bê aramiya navçeyê bandor bûne, were gotûbêjkirin.”

Endama Parlementoya Almanyayê li ser hewldanên ji bo nûavakirina Iraqê û Şingalê jî kir û got: “Ez gelek kêfxweş im ku Scholz vê derfetê bikar tîne û behsa nûavakirina Iraqê dike, ji ber ku bêyî alîkariya derve û bêyî welatên sêyem, ez bawer dikim ku jinûveavakirin bi taybetî li Şingalê pêş nakeve, ji ber vê yekê ez kêfxweş im ku ev gotûbêj çêdibe.”