Li Yunanê welatî û koçber dijî siyaseta koçberiyê xwepêşandan kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Yunanê çalakvanên Yunan ên ji rêxistinên curbecur û koçberên li wê derê li dijî siyaseta koçberiyê xwepêşandan kirin.

Beşek ji Yunaniyan mil bi milê koçberan ên li Yunanê dijî siyaseta koçberiyê ya Atîna û Yekîtiya Ewropayê Kurdî ji di nav de bi çar zimanan gotar û sloganan bilind kirin.

Welatiyê Yunanî Joh got “Di piraniya wan bûyerên ku koçber di wan de canê xwe ji dest didin, hikûmet berpirs in, Atîna û Yekîtiya Ewropayê bi tundkirina polîtîkayên xwe li beramber koçberan, rê li ber mirina wan xweş dikin.”

Hêrsa beşek ji Yunanî û koçberan li beramber mirina herî kêm 80 koçber û wendabûna bi sedên din di nav Derya Spî de, hê bi dawî nebûye; ew jî asta alîgiriya beşeke berçav a Yunaniyan bo koçberan pêşan dide.

Herçiqas ew alîgirî li gor 2019an kêm bûye. Rapirsiyeke Rêxistina More in Common a Brîtanî di wê salê de pêşan dabû ku ji sedî 51ê Yunaniyan koçberiyê erênî dibînin, niha ew rêje daketiye jêr ji sedî 40.

Ew yek ji sedemên zêdebûna alîgirên Partiya Demokrasiyeta Nû ya fermanrewa ya Yunanê ye ku tedbîrên dijwar li dijî koçberan wergirtine û tê pêşbînî kirin di hilbijartina parlamentoyê de serkeftinê bidest bixe.

Welatiyê Yunanî Constantinos dibêje “Pêşbînî dikim partiya desthilatê biser bikeve, aboriya me baştir dibe û guşarên li ser me ji welatên derdorê bigre heta koçberan kêmtir dibin.”

Di nav welatên Yekîtiya Ewropayê de, Yunan yek ji yên herî xirab e di asta pêkêşkirina hevkariyê de bo koçberan, berovajiya welatên din, kêmtirîn alîkariya darayî û xorak pêşkêşî koçberan tê kirin.