Prigozhin tevî çekdarên xwe ji Rostovê vekişiya

25-06-2023
RÛDAW
Nîşan Wagner Rostov
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Damezrînerê kompanyaya ewlekariyê ya Rûsî Wagner Yevgeny Prigozhin, tevî şervanên xwe ji bajarê Rostovê yê Rûsyayê vekişiya.

Parêzgarê Herêma Rostovê Vasily Golubev di daxuyaniyeke xwe ya li ser Telegramê de got, “Karwana Wagner ji Rostovê derket û ber bi kampên meydanî ve birê ketin.”

Di dîmenên li ser tora civakî de hat dîtin ku Wagner ji avahiya Serfermandariya Herêmî ya Leşkerî ya Başûrê Rûsyayê ya li Rostov-Na-Don vedikişe û hemû alavên xwe yên leşkerî jî ji bajêr derxistine.

Li aliyê din, wêneyên damezrînerê Wagner Yevgeny Prigozhin ê ku li dijî Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu derdiket, bi otomobîlekê ji Rostovê derket.

Tedbîr têne rakirin

Di daxuyaniya ku ji aliyê Ajansa Rêyên Federal a Rûsyayê ve hat dayîn de, hat ragihandin ku hemû qedexeyên li ser rêyan hatin rakirin.

Li aliyê din hat ragihandin ku "operasyona dij-terorê" ya ku ji ber serhildana çekdarî ya li herêmên nêzî sînorê Ukraynayê û bi taybetî li herêma Moskowê hatibû ragihandin dê bê rakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst