NY: Rewşa mirovî li Rojavayê Kurdistanê xerabtir dibe

25-06-2021
Mecîd Nizamedîn Gilî
Mecîd Nizamedîn Gilî
Rewşa mirovî li Rojavayê Kurdistanê her ku diçe xerabtir dibe (Grafîk: Rûdaw)
Rewşa mirovî li Rojavayê Kurdistanê her ku diçe xerabtir dibe (Grafîk: Rûdaw)
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Netewên Yekbûyî Amerîka Ewropa Stephane Dujarric Zhang Jun Idlib Sûriye
A+ A-

New York (Rûdaw) – Li gor amarên Netewên Yekbûyî (NY), rewşa mirovî li Rojavayê Kurdistanê her ber bi xerabbûnê ve diçe û xwarin, ava vexwarinê û pêdawîstiyên tendirustî yên sereke zehmettir ji berê bi dest dikevin.

Nêzikî 10 sal e bi milyonan xelkê Sûriyê ji bo xwarin,derman û pêdawistiyên rojane pişta xwe bi alîkariyên navdewletî girê dane ku bi rêya deriyên sînorî derbas dibin. Lê kêmtirî du hefteyên din dibe ku vetoyeke Rûsyayê bibe sedema girtina dawî deriyê sînorî ku alîkarî tê re derbas dibin.

Lê Amerîka û hevpeymanên wê, ji ber nîgeraniyên Tirkiyê yên derbarê hejmûna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li wan navçeyan, li Encûmena Asayişa Navdewletî ti hewleke cidî nadin bo dûbare vekirina deriyê sînorî yê Til Koçer ji bo ku alîkariyên navdewletî yên pêwîst bigihijin Rojavayê Kurdistanê.

Li şûna wê, li gor sê çavkaniyên dîplomasî li Encûmena Asayişê ku bo Rûdawê piştrast kirin, bala Amerîka û hevpeymanên wê li ser vekirina wî deriyê sînorî ye ku dikeve wê devera di bin kontrola çekdarên hevpeymanên Tirkiyê de li bakur rojavayê Sûriyê.

Rûsya jî dibêje, çawa alîkariyên mirovî bi rêya Şamê digihijin Qamişlo û Hesekê, divê bo Idlib û navçeyên din ên di destê grûpên cîhadî yên ser bi Tirkiyê ve jî bi heman rengî be.

Balyozê Rûsyayê li NYê Vasily Nebenzya dibêje, “Şandina alîkariyan bo koçberan divê bi rêya navxweya Sûriyê pêk were û hinek caran hêsantir e ku alîkarî li navxweya Sûriyê bê şandin.”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYê Stephane Dujarric, berevajî gotinên Balyozê Rûsyayê, ji Rûdawê re ragihand ku vekirina xalên sînorî hê jî pêwîst e ji bo ku alîkarî bi xelkê Sûriyê bên gihandin û tekez jî kir, “Em hest bi wê dikin ku pêwîstiyeke bingehîn heye bi xalên sînorî yên di navbera Sûriye û Tirkiyê de bo gihiştina bi milyonan ku pêdiviya wan bi alîkariyên mirovî heye.”

Lêbelê Rûsya tevî giftugoya Putin û Biden a li ser vê mijarê, helwesta xwe neguhertiye û niha bi piştevaniya Çînê hewl dide mijara şandina alîkariyên mirovî  girê bidin bi mercê kêmkirina cezayên aborî yên li ser hikûmeta Sûriyê.

Cîgirê Nûnerê Rûsyayê li NY Dîmîtrî Polyansikî dibêje, “Helwesta me neguhertiye û di lûtkeya Biden û Putin de giftugoyên kûr derbarê vê mijarê de nehatin encamdan.”

Balyozê Çînê li NYê Zhang Jun diyar kir, “Pêwîst e kirdar hebe bo guherîna cezayên aborî ku li ser Sûriyê hatine sepandin û paşê derfeta zêdetir bi wan alîkariyên mirovî bê dayîn ji bo bigihin xelkê ku bi rastî pêwîstiya wan pê heye.”

Li şûna Rûsya, Çîn û welatên misilman ku zêdetir bi gotar behsa êşên xelkê Sûriyê dikin, piraniya alîkariya navdewletî ji Amerîka û Ewropayê tê û bêyî alîkariyên mirovî yên welatên rojavayî, rewşa Sûriyê cudahiyeke zêde li gel Somalî  û Magadaskarê nabe û li gor NYê hilweşiya tevahiya aborî û dewletê li Sûriyê zêdetir dibe.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov pirsek arasteyî welatên rojavayî kir, “we wek welatên Ewropî û Amerîkayê gefa kêmkirina alîkariyên mirovî yên bo Sûriyê xwariye ku eger ev proje biryar bê vetokirin?”

Balyoza Norvecê li NYê Mona Juul dibêje, “Me gefa birîna alîkariyên mirovî nexwariye. Zêdetirîn komekên alîkarî bo Sûriyê ji Norwecê tên. Em ti caran gefên bi vî rengî naxwin.”

Balyoza Îrlandayê li NYê Geraldine Byrne Nason dibêje, “Bila em behsa mentiqa vê tometê bikin. Armanca me zêdekirina rêjeya gihandina alîkariyên mirovî ye bow î xelkê li Sûriyê. Ev e armanc û bala me li ser e.”

Gihiştina bi wê armancê mijara man û nemanê ye bo piraniya wan 11 milyon û 100 xelkê ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne û NY dibêje, pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî ya bi lez heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst