Jolie: Divê konseya ewlekariyê li dijî destdirêjiyên cinsî rawest
Washington (Rûdaw) - Artîsta Amerîka ya navdar Angelina Jolie rexne li konseya ewlekariya navnetewî girt ku heta niha ti gavên ciddî li dijî zêdegavî û destdirêjiya cinsî ya di dema pevçûnên li Sûriye û Kongoyê diqewime de navêtiye.
Angelina Jolie li pêş konseya ewlekariya navnetewî gotarek pêşkêş kir û wiha got: “Eger konseya ewlekariyê tawanên destdirêjiya cinsî ya di dema şer û pevçûnan de ji xwe re neke erkekî sereke, wê çaxê bi milyonan kes wê bibin qurbanê wan zêdegavî û destdirêjiyan.”
Jolie xwest ku konseya ewlekariya navnetewî, bi berpirsiyartiya xwe rabe û tawanên destdirêjiya cinsî ya di dema şer û pevçûnan de, bike wek tawanekî sereke û li hemberê wê tawanê tekoşîn û xebateke ciddî bimeşêne.
Di dema şer û pevçûnên leşkerî diqewimin de, bi hezaran kes dibin mexdûrên destdirêjiyên cinsî. Heta niha jî di konseya ewlekariya navnetewî de ew tawan wek tawanek li dijî mirovatiyê nehatiye pejiandiye.