Jolie: Divê konseya ewlekariyê li dijî destdirêjiyên cinsî rawest

25-06-2013
RÛDAW
A+ A-

Washington (Rûdaw) - Artîsta Amerîka ya navdar Angelina Jolie rexne li konseya ewlekariya navnetewî girt ku heta niha ti gavên ciddî li dijî zêdegavî û destdirêjiya cinsî ya di dema pevçûnên li Sûriye û Kongoyê diqewime de navêtiye.

Angelina Jolie li pêş konseya ewlekariya navnetewî gotarek pêşkêş kir û wiha got: “Eger konseya ewlekariyê tawanên destdirêjiya cinsî ya di dema şer û pevçûnan de ji xwe re neke erkekî sereke, wê çaxê bi milyonan kes wê bibin qurbanê wan zêdegavî û destdirêjiyan.”

Jolie xwest ku konseya ewlekariya navnetewî, bi berpirsiyartiya xwe rabe û tawanên destdirêjiya cinsî ya di dema şer û pevçûnan de,  bike wek tawanekî sereke û li hemberê wê tawanê tekoşîn û xebateke ciddî bimeşêne.

Di dema şer û pevçûnên leşkerî diqewimin de, bi hezaran kes dibin mexdûrên destdirêjiyên cinsî. Heta niha jî di konseya ewlekariya navnetewî de ew tawan wek tawanek li dijî mirovatiyê nehatiye pejiandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst