Li sînorê Tirkiye û Bulgaristanê barhilgir 26 kîlometreyan ketine dorê

25-05-2024
RÛDAW
Deriyê Hamzabeyliyê, Wêne: AA
Deriyê Hamzabeyliyê, Wêne: AA
Nîşan Bulgaristan Tirkiye Barhilgir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deriyê sînorî yê Hamza Beyliyê yê Edîrneyê bi sedan barhilgirên Tirkiyê bi dirêjiya nêzîkî 30 kîlometreyan ketine dorê û dixwazin barê xwe bibin welatên Ewropayê.

Barhilgir bi rojan di dorê de dimînin heta ku ji sînor derbasî nav axa Bulgaristanê bibin.

31ê Adara îsal Bulgaristan, beşdarî welatên Shengenê bû.

Bi gotina şofêrên barhilgiran piştî wê, ev pirsgirêk zêdetir bûye û aliyê Bulgaristanê jî li sînor wekî pêwîst kar nake.

“Em 2-3 roan di dorê de dimînin”

Şofêrê barhilgirekê yê bi navê Kemal Can got:

"Ez ji Stenbolê têm û diçim Swêdê. Geştên me derdora 10 heta 15 rojan berdewam dikin.

Ez duh bi şev ketime dorê. Ji kîlometreya 27emîn lê hîn 18 kîlometre mane."

Şofêrekî din ê bi navê Yaşar Kayalp jî wiha got:

"Ez diçim bajarê Kolnê yê Almanyayê. Min parçeyên otomobîlan bar kirine lê pirsgirêkeke mezin heye.

Jixwe her dawiya hefteyê wiha dibe. Em derdora 2 heta 3 rojan di dorê de dimînin."

Hamzabeylî yek ji deriyên herî girîng ên Tirkiyeyê ye ku ber bi Ewropayê ve vedibe.

Li gorî amarên Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê her du mehên destpêka îsal 300 hezar û 331 wesayîtan bi wî derî re çûn û hatin kiriye û 78 hezar û 753ê wan jî barhgilgir bûne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst