Holenda dayîna welatinameyê dirêjtir dike

25-05-2024
RÛDAW
Serokê Partiya ji bo Azadiyê ya Holendayê Geert Wilders/Wêne: Ajans
Serokê Partiya ji bo Azadiyê ya Holendayê Geert Wilders/Wêne: Ajans
Nîşan Holenda Welatîname Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Holenda siyaseta li hemberî koçberan û dayîna welatînameyê tundtir dike.

Hikûmeta nû ya Holendayê dema wergirtina welatînameyê ji 5 salan derdixe 10 salan.

Piştî çend mehan ji danûstandin û bendewariyê, partiyên serketî yên hilbijartinê li Holendayê li hev kir.

Çar partî dixwazin hikûmeta nû ava bikin.

Xala derbarê Holendayê de girîng ew e ku hikûmeteke tund li hemberî koçberan di rê de ye.

Ji dersînorkirina bi darê zorê bigire heta sînordarkirina hatina koçberên nû û guherîna yasayan ji bo kesên ku niha wekî koçber li wir in, ev hemû ew xal in ku kabîneya çaverêkirî dixwaze cîbicî bike.

Herwisa kesên ku testa xweguncandinê dikin, divê îspat bikin ku ew çîroka Holocaustê (ango qirkirina Cihûyan di serdema Almanyaya Nazî de) fêm dikin.

Têkildarî wergirtina welatîname yan paseportê jî divê kesê ku daxwaz dike, herî kêm 10 salan li Holendayê jiya be. Heta niha ev 5 sal bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst