Zelensky daxwaz ji Îranê kir ku alîkariya Rûsyayê neke

25-05-2023
RÛDAW
Nîşan Îran Rûsya Volodomyr Zelensky
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê daxwaz ji Îranê kir ku dest ji alîkariya Rûsya berde û dîroka xwe bi van karan reş neke.

Serokê Ukraynayê Volodomyr Zelensky di peyameke vîdeoyî de got ku wî “pirseke hêsan ji Îraniyan re heye, çi berjewendiya we di wê yekê de heye bibin hevbeşên terora Rûsyayê” weke amaje ji bo dronên ku Îran dide Rûsyayê.

Her wiha got, Îran çi sûdê ji vê kuştinê dibîne, kuştina bi destê Rûsyayê lê bi çekên wê, dronên şahid ên ku her şev Ukraynî wan dibînin, ev tenê wê yekê nîşan dide ku gelê Îranê zêdetir dikeve nava beşê tarî ji dîrokê.

Îran red dike ku di şerê dijî Ukraynayê de alîkariya Rûsya kiribe lê Amerîka û Ewropa bi sedema dayîna dronan bi Moskowê û bikaranîna wan di êrîşên ser Ukraynayê de çendîn sizayên giran bi ser Îranê de sepandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst