Li Brukselê di navbera dengdêran de şer derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li paytext Brukselê ya Belçikayê, di navbera dengdêrên Tirkiyê de şer derket û di encamê de kesek birîndar bû.

Li Belçikayê û li welatên din dengdayîna ji bo hilbijartina serokkomariya Tirkiyê, ku dê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 28ê Gulanê bê kirin, duh Çarşemê 24ê Gulanê demjimêr 22:00 bi dawî bû. Lê li deriyên sînorî dengdan heta 28ê Gulanê demjimêr 17:00 berdewam dike.

Piştî bidawîbûna dengdanê li derveyî navenda dengdanê ya EXPO di navbera alîgirên Partiya Çepên Kesk (YSP) û alîgirên Hevpeymaniya Cumhur de şer derket.

Di encama şer de kesek ji rûyê xwe birîndar bû. Di dema şer de hejmarek otomobîlên li kolanê jî zerar dîtin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Ciwanê birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Roja 23ê Gulanê jî li heman navenda dengdayînê di navbera çavdêrên Partiya Çepên Kesk û çavdêrên Hevpeymaniya Cumhur de şer derketibû û du kes birîndar bûbûn.