Salek di ser kuştina George Floyd re derbas dibe

25-05-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berî salekê di rojeke weke îro de, welatiyê çermreş ê Amerîkî, George Floyd piştî 9 xulek û 29 çirkeyan mana wî li jêr çûkê polîsekî de, canê xwe ji dest da. Piştî vê bûyerê, li seranserê Amerîkayê û beşeke mezin a Ewropayê jî, li dijî tepeserkirina reşpêstan û serederiya xirab a polîsan, xwepêşandanên mezin birêve çûn.

"Nikarim henaseyê bidim", ev gotinên dawî yên George Floyd, welatiyê çermreşê Amerîkî bûn, li jêr kaboka polîsekî çermspî. Roja 25ê Gulana 2020an, wate berî salekê, li bajarê Minneapolis li Wîlayeta Minnesota, piştî 9 xulek û 29 çirkeyan ji mana li jêr kaboka wî polîsî, Floyd canê xwe ji dest da.

Rêvrind Al Şarptin, çalakvanê warê mafên sivîl di salvegera mirina Floyd de dibêje: "Wan didît ku ew dê rizgar bibin, lê hûn derketin kolanê, reşpêst û spîpêst, genc û pîr, di naverasta petayê de. Dema xelkê li seranserî vî welatî xwepêşandan kir, wan tendirustiya xwe xiste metirsiyê, ji ber ku em di qedexeya çûnûhatinê de bûn. Lê em bi sedên hezaran kes ji malên xwe derketin derve ji bo ku em bibêjin, eger hûn heta dema 9 xulek û 29 çirkeyan kaboka xwe ji ser qirika zilamekî deynin, em derdikevine derve û xwepêşandanê dikin, ku êdî bes e."

Guhertinên mezin li pey xwe anîn

Floyd ne ku tenê li Amerîkayê, lê belê li Fransa û Brîtanyayê jî, bû hêmaya nehametiya reşpêstan.

Mirina wî welatiyê reşpêst wiha kir ku dûbare li dîroka dirustbûna wan welatan bê nerîn, û tenê ji nerîna spîpêstan neyê xwendin.

Bên Kremp, parêzerê malbata George Floyd jî dibêje: "Tiştek li vê derê hate guhertin, li Minneapolis, di 25ê Gulana 2020an de, ku bû handana xelkê li seranserê Amerîkayê, ne ku tenê li Amerîkayê, lê belê li seranserê cîhanê, han da xelkê ku bibêjin, em ji vê rewşa ku heye baştir in. Em ji vê baştir in, Amerîka."

Tenê li Amerîkayê 168 hêma, peyker û monomêntên wan serkirdeyên dîrokî, ku bi çewisandina reşpêstan û zevtkirina xaka wan, têne tometbarkirin, ji aliyê xwepêşanderan jî, bi sedema guşarên wan hatin xistin, di nav wan de jî peykerê Krîstofer Kolombis, ku bi dîtiyê Amerkayê tê naskirin.

Li Brîtanyayê jî, 39 hêma û peyker û monomênt hatin hilanîn.

Ev yek ji bilî ku navên gelek kolan, dibistan û cihên giştî li herdu welatan hatin guhertin.

Herwiha li Amerîkayê, bi mebesta nehiştina tundûtûjiya polîs li beramber repêstn, li 30 wîlayetan 140 yasa ji bo encamdana çaksaziyê di serederiya polîs de hatin pesendkirin.

Dêrk Şovin, ew efserê ku Floyd kuşt, ji aliyê dadgehê ve bi kuştina bê mebest, kuştina bê mebest a pileya dû, û kuştina bi mebest a pileya dû, hate tawanbarkirin û biryar e meha bê siza jê re bê birrîn, ku dibe 40 heta 60 sal bê zindanîkirin.

Sê efserên din jî, ku li cihê bûyerê bûn, bi alîkariya wî bikujî hatin tawanbarkirin û meha Tebaxê, sizaya wan yekalî dibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst