Navenda Dadperwerî û Berpirsyartiya Sûriyê li ser Kurdan belgename bidest xistine
Washington (Rûdaw) - Navenda Dadperwerî û Berpirsyartiya Sûriyê, hejmareke mezin ji dekomêntên hikûmeta Sûriyê bidest xistin û lêkolîneke berifreh li ser wan dekomêntan amade kir. Beşek ji wan dekomêntan li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne, dîroka hinek ji wan belgeyan berî kirîza Sûriyê û hinek jî piştî kirîza Sûriyê ne.
Birêvebirê Navenda Sûrî Bo Dadperwerî û Lêpirsînê Mihemed Ebdula ji Rûdawê re ragihand, ku ew dekomêntên istixbarata Sûriyê ne, têde hin biryar û ferman li dijî Kurdan derketine û behsa wê yekê dikin, ku ewê çawa karibin ji aliyê aborî siyasî û kulturî rê li ber Kurdan, bigrin.
Herwiha behsa berdewamkirina terîbkirina Rojavayê Kurdistanê dikin, weke nimûne, di dekomêtekê de behsa wê yekê tê kirin, ku divê hikûmeta Sûriyê piştgîriya êlên Ereb bike, ji bo ku li bajarê Hesekê bêne bicîkirin û Kurd li wî bajarî nebin piranî.
Derbarê vê yekê de Serokê Navenda Dadperwerî û Berpirsyartiya Sûriyê Mihemed Ebdula dibêje: “Ev dokument, nîşaneya girtina yaxeya Kurdan a bi zorê nîşan didin, ne ku Kurdan tiştek kiribe. Belku li ser wê yekê ne ku dixwazin rê li Kurdan bigrin û her tiştê ku ji destê wan bê, bikin da ku hemû hêza Kurdî hilweşînin. Yek ji wan dokumentan ku mirovan dilgiran dike ew e û me jî di raporên xwe de belav kirine. Ee dokument ji çar rûpelan pêk tê ku behsa siyasetekî sîstematîk dike bo êrîşkirina ser Kurdan. Behsa jinavbirina aborî û hemû tiştên Kurdan dike. Ee yek jî nîşan dide ku tenê karekî cudaxwazî nîn e, di heman demê de siyaseta hikûmetê ye ku dixwaze Kurdan biçewisîne.
Şîrovekar Li Navenda Dadperwerî û Berpirsyartiya Sûriyê Hanna Grayc diyar dike ku ew dokumentên hatine bidestxistin gelek girîng in û dibêje: “Her çend hnek ji wan behsa hinek tiştan dkin ku çavdêrên Sûriyê û sûrî bixwe ji mêj ve naveroka wê dizanin. Lê ev yekem car e ku dokument bi îmzeya hikûmetê dikevin destê me û rastiya nêrînana li ser wê pirsê derdxe holê. Dibe ku ev dokument li dadgehên tawanan bêne bikaranîn bo dîtna berpirsyaran û me jî di vî warî de dest bi kar kirye da ku orjînalên van dokumentan radestî Netewên Yekbûyî bikin û hevahengyê li gel dezgehên dadweryêyên Ewropî bkin da ku her dema pêwîst bûn, li ber destê wan be. Lê dibe ku ev dokument ji bo mekanîzmayên din ên dadgehkirnê bêne bikaranîn, weke mînak; ew dokumentên ku di derbarê mal û mulkên Kurdan de ne, ji bo dubare vegerandna wan mal û mulkan bêne bikaranîn.
Serokê Navenda Dadperwerî û Berpirsyartiya Sûriyê Mihemed Ebdula herwiha dibêje: “Em hêvîdar in ku her kes ji wê yekê fam bike ku ka çawa Kurd bi destê hikûmeta Sûriyê bûne qurbanî û wê yekê fam bikin ku nabe piştî şerê li Sûriyê ev yek dubare bibe û vê yekê fêr bibin. Hinek ji van dokumentan bi dest hatine nivîsandin û îmzeya wan li ser e û ev yek jî gelek girîng e.”