Koreya Bakur navendên xwe yên ceribandina atomî teqandin

25-05-2018
RÛDAW
Nîşan Koreya Bakur Çekên Atomî Navend Teqandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Koreya Bakur weke nîşandana niyetpakiyê ji bo destpêkirina civînên navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Joung-un, hemû tunel û navendên ku berî niha ceribandinên atomî li wan deran dihat kirin, teqandin.

 

Roja pênceşmê Cîgirê Rêveberê Peymangeha Çekên Atomî ya Koreya Bakur ragihand ku welatê wî bi rêya bombeyan, tunel û navendên ku berî niha ceribandinên atomî dihatin kirin, teqandine.

 

Li gor gotina rayedarê Koreya Bakur di demeke nêzîk de hemû ew tunel û navendên ku hêj mane, dê werin teqandin.

 

Koreya Bakur di dema teqandina wan tunel û navendan de hejmarek rojnamevanên biyanî vexwendine û rojnamevanan di dema teqandinê de amade bûn û wêne kişandin.

 

Teqandina wan tunel û navendan di demekê de ye ku Donald Trump di heman rojê de bi hinceta "helwesta dijminkarî ya Koreya Bakur" civîna li gel serokê wî welatî Kim Joung-un ku biryar bû di 12ê Hezîranê de were encamdan, betal kiribû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst