Li dijî serokwezîrê berê êrîşa bombeyî
Navenda Nûçeyan – Li paytexta Yûnanistanê bajarê Atînayê li dijî serokwezîrê berê Lukas Papadimos êrîşeke bombeyî hate lidarxistin.
Hat ragihandin, bombeya ku xistine nav wesayîtê teqiyaye û Papadimos birîndar bûye.
Li gor nûçeya Reutersê, rayedarekî polîs diyar kiriye ku bombe di nav zerfekê de xistine nav otomobîla Papadimos.
Herwiha rayedarê polîs gotiye, serokwezîrê berê Lukas Papadimos û ajovanê wî rakirine nexweşxaneyê.
Lukas Papadimos di navbera 11ê Mijdara 2011an û 16ê Gulana 2012an de erka Serokwezîriya Yûnanistanê bi cih aniye.