Li dijî serokwezîrê berê êrîşa bombeyî

25-05-2017
RÛDAW
Nîşan Yûnanistan êrîş serokwezîrê berê
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li paytexta Yûnanistanê bajarê Atînayê li dijî serokwezîrê berê Lukas Papadimos êrîşeke bombeyî hate lidarxistin.

 

Hat ragihandin, bombeya ku xistine nav wesayîtê teqiyaye û Papadimos birîndar bûye.

 

Li gor nûçeya Reutersê, rayedarekî polîs diyar kiriye ku bombe di nav zerfekê de xistine nav otomobîla  Papadimos.

 

Herwiha rayedarê polîs gotiye, serokwezîrê berê Lukas Papadimos û ajovanê wî rakirine nexweşxaneyê.

 

Lukas Papadimos di navbera 11ê Mijdara 2011an û 16ê Gulana 2012an de erka Serokwezîriya Yûnanistanê bi cih aniye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst