Kurdên li Sûdanê bo rizgarkirinê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku li Sûdanê dimînin bi riya Rûdawê bang li rêxistinên mirovî û hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku wan ji Sûdanê derxin û rizgar bikin.

Rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Sûdanê dijîn ji ber şerê artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez (RSF) her ku diçe xirabtir dibe. Herwiha mal û mulkên hejmareke welatiyên Rojavayê Kurdistanê li wi welatînê hatin talankirin.

Ji aliyekê din ve, ev 2 roj in, welatên cîhanê welatiyên xwe ji Sûdanê derdixînin, lê heta niha Sûriyê ji bo vegerandina welatiyên xwe ji wî welatî tiştek nekiriye.

Jiyana Xertûma paytexta Sûdanê ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku li wir dijîn zehmet bûye, ji bilî kuştinê, dizî û talanî heye, mal û milkên bi dehan welatî hatine talan kirin, ji ber wê yekê jî koçberî bajar û bajarokên din yên Sûdanê dibin.

Koçberê Rojavayê Kurdistanê yê li Sûdanê Feyad Xelîl dibêje “Ji ber ku li vê derê şer çêbû, em koçber bûne. Em li vê derê tev malbat in koçberî gundan bûne. Rewşa me pir xerab e. xetên înternetê qut kirine, daîre û newxeşxane tunin. Rewş ne baş e.”

Ji ber berdewamiya şer û pevçûnên li Sûdanê heta niha 12 welatiyên Sûrî li wî welaî hatine kuştin, herî dawî jî duh Omer Erade, ku xelkê Helebê ye û li Xertûmê dimîne hat kuştin, cenazeya wî li nêzîkî Xertûmê hat veşartin.

Ji ber şer, bi dehan welat, welatiyên xwe ji Sûdanê derxistine, hîn Sûriyê ti gav ji bo derxistina welatiyên xwe neavêtiye, koçberên Rojavayê Kurdistanê li wî welatî bang li Rêxistinên navdwletî, Hikûmta Herêma Kurdistanê bi hawara wan ve biçe û wan ji wê rewşê rizgar bikin.

Feyad Xelîl got jî “Rewşa miletê pir xerab kirine, ji ber vê yekê em bang li Hikûmeta Kurdistanê û rêxistinan dikin ku li vê derê ji me re rêyek vekin ku em derbas bibin herin. Rewşa me ne baş e û malbat bi me re hene, jin bi me re hen, zarok bi  me re hene koçberî gundan bûne.”

Ji îro Sêşemê ve û bi guşara Amerîkayê agirbesteke 72 demjimêrî ketiye warê cîbicîkirinê, daku welatên cîhanê xelkê xwe ji nav agirê şer bibin derve, ku 10 roj zêdetir e derketiye û di encam de 427 kesan canê xwe ji dest dane.