Çînê tîmeke tendirustî ji bo Kim Jong-un şand Koreya Bakur

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî belavbûna nûçeya rewşa xerab a Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un, Çîn tîmeke tendirustî şand wî welatî ku ji pizîşkên şareza pêk tê.

Çînê tîmeke tendirustî şand Koreya Bakur ku ev di demekê de ye televîzyona Hong Kongê belav kiribû, Serokê Koreya Bakur canê xwe ji dest daye, lêbelê heta niha ti çavkaniyekê bi fermî ev nûçe piştrasst nekiriye û ew tîma tendirustî ya hatiye şandin jî çavdêriya rewşa Kim Jong-un dike.

Li gor zanyariyên Reutersê, tîma tendirustî roja Pêncşemê, 23.04.2020, bi serokatiya berpirsekî bilind ê Partiya Komunîst a Çînê, çûye Koreya Bakur lêbelê ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê Partiya Komunîst ve nehatiye belavkirin.

Berpirsekî Pentagonê jî ji Newsweekê re ragihandiye, Amerîka çavdêriya raportên li ser rewşa tendirustiya Rêberê Koreya Bakur dike û got, “Heta niha ti piştraskirinek nîne ku Kim Jong-un canê xwe ji dest dabe.”

Dawîn derketina Kim Jong-un roja 11ê Nîsanê bûye û medya Koreya Başûr jî belav kiriye ku Serokê Koreya Bakur neştergeriya dil bo hatiye kirin û tendirustiya wî nebaş e.

Kim Jong-un ku temenê wî 36 sal e, ji Berfanbara 2011an ve Serokê Koreya Bakur e.