NY: Kesên di xwenîşandanan de hatine desteserkirin divê bên berdan

Duh li 10:44
RÛDAW
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Stenbol Xwenîşander
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand kesên ku li Tirkiyeyê di xwenîşandanan de hatine desteserkirin divê di demeke zû de  bên berdan

Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê bûyerên dawî yên li Tirkiyeyê ku ji ber girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu qewimîne daxuyaniyek da. 

“Mafên azadiya derbirînê li gorî hiqûqa navdewletî misoger bikin”

Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di peyama xwe de got:

“Em dilgiranin ku li Tirkiyeyê di nava hefteyê de bi tohmeta gendeliyê herî kêm 92 kes hatine desteserkirin û  di nav de Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî heye ku bi rêyên demokratîk hatiye hilbijartin.

Ev jî bûye sedema xwenîşandanan û li sê bajaran bi qedexeyên giştî yên li dijî hiqûqê bersiv hatiye dayîn.

Di dema xwenîşandanan de zêdeyî hezar kesî hatine desteserkirin û di nav de herî kêm 9 xebatkarên çapemeniyê jî hene.

Divê hemû kesên ku ji ber bikaranîna mafên xwe yên rewa hatine desteserkirin demildest û bê merc werin berdan.

Em bangî rayedaran dikin ku mafên azadiya derbirînê û azadiya kombûnê li gorî hiqûqa navdewletî misoger bikin.

Divê îdiayên li ser bikaranîna hêza li dijî hiqûqê ya li hemberî xwenîşanderan di demeke nêzîk de û bi awayekî berfireh bê lêkolînkirin.”

Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê di nav 5 rojan de hezar 418 kesên beşdarî xwepêşandanan bûne hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst