Moskow (Rûdaw) - Berdevkê Serokê Rûsyayê Dmitry Peskov got, "Naveroka gotûbêjên Rûsî-Amerîkî yên li Riyadê dê neyê aşkerekirin."
Berdevkê Serokê Rûsyayê Dmitry Peskov derbarê encamên gotûbêjên Rûsya û Amerîkayê yên ku li Riyada paytexta Erebistana Siûdî hat kirin agahî dan.
Dmitry Peskov diyar kir ku şandeyên Rûsya û Amerîkayê li Riyadê şêwirînên teknîkî kirin û raporên xwe jî êdî ji serkirdayetiya her du welatan re şandin, rapor niha têne analîz kirin.
Peskov tekez kir ku naveroka van raporan wê ji raya giştî re neyê eşkerekirin û divê ev yek neyê hêvîkirin.
Berdevkê Kremlînê her wiha diyar kir ku niha ti planek ji bo pêwendiya telefonî ya di navbera Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Donald Trump de nîne û got, "Niha ji bo pêwendiyê di asta herî bilind de ti planek tune ye."
Berdevkê Serokê Rûsyayê diyar kir ku "Têkiliyên di navbera Rûsya û Amerîkayê de dê bidomin lê hûriyan wan hêj tunene. Li ser temasên nû dê her du alî bîryarê bidin."
Li gorî gotinên Peskov, hêj civîneke sêalî ya nûnerên Rûsya, Amerîka û Ukraynayê nayê plankirin û derbarê civîneke wiha de hêj ti gotûbêj nayêne kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse