Êrişa li Moskowê: 4 kes bi biryara dadgehê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Moskowê ji bo 4 tohmetbarên êrişa çekdarî ya Crocus City Hallê biryara girtinê da.

4 tohmetbar bi hinceta “pêkanîna êrişa terorîstî” bi cezayê heta hetayê tên darizandin.

Medyaya Rûsyayê belav kir ku di dema lêpirsînê de şkence li 4 tohmetbaran hatiye kirin.

Bi hinceta êvara 22yê Adarê li salona konseran a bi navê Crocus City Hallê êrişa terorî pêk anîne ji 11 kesên desteserkirî 4 kes hatin girtin.

11 tohmetbar li Dadgeha Basmanniya ya Moskowê hatin darizandin.

Dadgehê bi tohmeta “pêkanîna êrişa terorîstî” biryara girtinê derbarê 4 kesan de derxist.

Dadgehê ji bo 4 tohmetbarên Tacik ên bi navên Dalercon Mîrzoyev, Saîdakram Murodali Raçabalîzoda, Ferîdûnî Şemsedîn û Muhammadsobir Feyzov biryara girtinê da û rûniştina duyem a dozê jî taloqî 22yê Gulanê kir.

“Dev û rûyên tohmetbaran hatibûn birîndarkirin”

Serbazên Rûs tohmetbarê bi nave Muhammadsobir Feyzov li gel bijîşk û li ser kursiyê anî salona dadgehê û birînên li ser rûyê tohmetbarên din jî bal kişandin.

Li aliyê din tohmetbarên ku ji wan re cezayê muebetê hat xwestin, li dadgehê li xwe mikur hatin û sûcên xwe qebûl kirin.

Êrişa li Moskowê

Komeke çekdar êvara 22yê Adarê êrişî salona konseran Crocus City Hallê ya li Moskowa paytexta Rûsyayê kir.

Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê ragihand ku di êrişê de 143 kesan canê xwe ji dest daye û zêdetirî 100 kesan jî birîndar bûne.

Piştî êrişê bi çend demjimêran baskê Xorasanê yê DAIŞê berpirsyariya xwe ya di êrişê de ragihandibû.