Geir Pedersen: Rewşa niha ya li Sûriyê nayê qebûlkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Civata Ewlekariyê dosyeya Sûriyê careke din ket rojevê. Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen got, “Rewşa niha nayê qebûlkirin, girîngîdana dîplomasî ya nû bo Sûriyê û trajedyaya hevbeş ku hemû Sûrî piştî erdhejê tê re derbas dibin pabendbûn û derfetên nû çêdike.”

Berpirsên navdewletî taybet bi vê dosyeyê  proseya siyasî û rewşa aborî ya vî welatî piştî erdheja 6ê Sibatê şirove kirin.

Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen got, “Rewşa niha nayê qebûlkirin, girîngîdana dîplomasî ya nû bo Sûriyê û trajedyaya hevbeş ku hemû Sûrî piştî erdhejê tê re derbas dibin pabendbûn û derfetên nû çêdike. Proseya siyasî ya Sûriyan ku Neteweyên Yekbûyî wê birêve dibe ji berê girîngîtir bûye. Divê çareseriya siyasî serwerî, serxwebûn û yekîtiya Sûriyê û armancên xelkê Sûriyê pêk bîne, divê em di vê rêyê de tevbigerin, eger qonax bi qonax be jî.”

Ofîsa Hevahengiya Karûbarên Mirovî OCHA ser bi Neteweyên Yekbûyî jî dibêje piştî erdhejê rewşa zeradîtiyên Sûrî li nav kamp û stargehan xirabtir bûye, lewra pêwîstî bi alîkariyên bilez heye.

Karbirêkerê Ofîsa OCHA Tariq Telahme anî ziman, “Divê em wê rastiyê  paşguh nekin, ku li Sûriyê bi milyonan kes rûbirûyê karesateke mezin bûne, ji 12 salan ve derd û êşan ji ber derbiderbûn, hejarî û nebûnê dibînin. Nêzîka 15.3 milyon kes li seranserê Sûriyê zerar ji ber erdhejê dîtine, jinan û keçan baca herî zêde dane.”

Nûnerê daimî yê hikûmeta Sûriyê jî daxwazê ji welatên Rojava dike dest ji siyseta dijminkariyê dijî Sûriyê berdin, tenê alîkariya xelkê vî welatî bikin.

Nûnerê daimî yê Sûriyê li UNê Bessam Sebbax got, “Bo derbaskirina derencamên krîza Sûriyê tê xwestin welatên endam îradeyeke siyasî rasteqîne bo alîkariya Sûriyê werbigirin, daku  aramî û başbûna aborî bê bidestxistin û xelkê Sûriyê bikaribin siberojeke baştir bo welatê xwe ava bikin.”

12 Sal di ser krîz, şerê navxwe û trajedya Sûriyê derbas dibin, li gor Neteweyên Yekbûyî nêzîka 7 milyon kes li nav welat derbider in û nêzîkî 7 milyonên din jî çûne derveyî welat, di dema proseya çareseriya siyasî ya vî welatî li girêkeke kor rawestiya ye.