7emîn gera destûra Sûriyê bê encam bi dawî bû

25-03-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê Cenev
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heftemîn gera civînên Komîteya Nivîsandina Reşnivîsa Destûra Sûriyê ku di 21ê Adarê de Cenevê destpê kiribû, bê ancam bidawî bû.

Di 21ê vê mehê de gera heftemîn a civînên Komîteya Nivîsandina Reşnivîsa Destûra Sûriyê li bajarê Cenevê ya Swîsreyê bi beşdarbûna nûnerên hikûmeta Sûriy û opozisyonê û nûnerên civaka sivîl ji herdû aliyan destpê kir.

Endamê Tîma Şêwirmendiyê ya Şanda Nivîsandina Destûra Sûriyê ser bi Opozisyonê Siyamend Haco got “Em li ser gelek mijaran axivîn, lê mijara sereke ya em li serê axivîn, li ser van danûstendinên Cenevê ji bo destûra Sûrî ya pêşerojê, wek ku hun dizanên gelek xalên bingehîn ên destûrê, çi ji aliyê rejîmê çi ji aliyê civaka sivîl ya nêzikî rejîmê ve, çi ji aliyê rêkberiyê ve hatine pêşkêşkirin.

Civaka sivîl a nêzîkî hikûmeta Sûriyê reşnivîsek pêşkêş kiribû, tê de tekezî li ser Urûberta Sûriyê kiribû ku divê navê wê Komara Erebî ya Sûrî bimîne, zimanî fermî yê Sûriyê zimanê Erebî ye, herwiha ala û sirûda Sûriyê nayê guhertin.

Ev yek jî bû cihê nerazîban nûnerên Kurd û hejmarek ji endamên şanda opozisyona Sûriyê.

Sefwan Ekkaş, Endamê Komîteya Nivîsandina Destûrê ser bi şanda oposizyonê ji Tora Medyayî ya Rûdaw re got ku ew ne ligel pêşniyarên civaka sivîl a hikûmeta Sûriyê ne ku navê Sûriyê wek xwe bimîne.

Endamê Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê ser bi Opozisyonê Sefwan Ekkaş got "Ev beşêk ji civaka sivîl ser bi rêjîmê ve ye, tiştê ku ew pêşkê dikin li ser daxwaza rêjîmê ye, kaxeza ku wan pêşkêş kir tije îdyolojiya Erebî ye, bi nerîna me ev ne di berjewendiya Sûriy de ye. Sûriya ku em dixwazin, sîngê wê ji her kesî re vekiriye. Divê her kes cihê xwe di destûra Sûriya siberojê de bibîne."

22ê mehê şanda opozisyona Sûriyê jî pêşniyarên xwe derbarê bingehên desthilatê pêşkêşkiribûn lê şanda hikûmetê li se wê ne razî bû.

Endamê Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê ser bi Opozisyonê Tariq El-Kurdî diyar kir "Behsa zimanê Erebî dikin ku divê zimanê fermi yê dewletê be, kes ne li dijî vê yekê ye, lê çarenivîsa zimanên din wê çibe di dewletê de? Rast e hejmara pêkhateyekê zêdtir e, lê rastiyek heye ku pêkhatiyên din jî hene û ew jî Sûrî ne, ji mafê wan e jî ku ev destûr bibe sîwan ji bo hemû kesî. Dema şoreşa Sûriyê destpê kir pirsgirêk li ba tu kesî nebû ligel ala û sirûda Sûriyê, lê jiber girêdana al û sirûdê bi kuştin û sîtemkariya rêjîmê hişt ku xelk li dijî wan bin."

Gera heftemîn a civînên Komîteya Nivîsandina reşnivîsa Destûra Sûriyê heta roja Înê 25 vê mehê berdewam dike û heta niha ti encamên berçav jê derneketine.

Gera şeşemîn a civînên komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê 18-22ê Cotmeha sala borî birêve çû, bê ku ti encam jê derkev in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst