Galeriya wêneyan

25-03-2022
18 Photos

Serokê Amerîkayê Joe Biden serdana baregeha leşkerî ya Rzeszow ya li başûrê rojhilatê Polandê kir. Joe Biden li wê derê bi leşkeran re li ser heman maseyê rûnişt û pîzza xwar. Piştre Biden axaftinek kir û ji leşkeran re got "parastina demokrasiyê erka we ye."

Serokê Amerîkayê Biden ji bo beşdarî lûtkeya NATO ya li Brukselê bibe serdana Ewropayê kiribû, îro jî li Polandê serdana koçberên Ukraynî û serbazên Amerîkayê kir. Biden ji serbazan re axavtinek kir û got “Hûn li Amerîka û cîhanê yên herî baş in. Ez hatim ji we re bêjim, spas ji bo parastina hevbeş û hevalbendên me.”

Serdana Biden ji bo baregeha leşkerî di demekê de ye ku şerê Ukraynayê dikeve meha duyem û Biden got "metirsiya li ser Ukraynayê ji bo tevahiya cîhanê metirsî ye."

 

Wêne: AFP