Finlanda û Swêd beşdarî manovra NATOyê dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Leşkerên Finlandayê li navçeya Setermoen li bakurê Norwijê, di keşûhewayeke sar û seqem de ligel leşkerên Norwêj û Swêdê beşdarî rahênan û manovra NATOyê ya bi navê “Bersiva Sar” bûne, ku ji aliyê Norwijê ve hatiye rêkxistin.

680 leşkerên Finlandî li gel 1600 leşkerên Swêdî bi tank, firoke, zirêpoş û hêzên peyade beşdarî vê manovrê bûne.

Kolonel Stefan Hedmark, Fermandarê Artêşa Swîdê di Bersiva Sar de: “Gelek caran Swîd beşdarî Bersiva Sar bûye, beşdarbûna di rahênanê de asta şiyanên me bilind dike, heriwha derfeta alîkarîkirina me bo hevbeşên me zêde dike, ev yek jî niha gelekî giring e ji ber rewşa Ukraynayê herwiha rewşa nevçeya me bi giştî li cîhanê.”

Finlanda û Swêd dibêjin ku niha ew ne amade ne bibin endamên NATOyê, lê berî niha li parlemantoya herdû welatan gotûbêj li ser vê mijarê hatibûn kirin.

General Jörg Vollmer, Berpirsê Baskê Bakur ê NATOyê: “Ev biryareke siyasî ye ji bo Finlanda û Swêdê, divê em li benda encamên gotûbêjan bin. Lê ez dikarim piştrast bikim, hevahengiyeke me ya nêzîk heye û em ligel hev beşdarî vê rahênanê bûne, ev nîşaneke bihêze, tevî ku niha ew ne endam in, lê em niha li benda vê biryarê ne ku bê standin.”

Manovra “Bersiva Sar” a NATOyê her du salan carekê li Norwêjê tê kirin û her car jî Finlanda û Swêd wek du welatên ne endam ên vê hevpeymaniyê bi hêzên xwe yên leşkerî beşdar dibin.

Piştî êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê ku mehek di ser re derbas bû, welatên Skandînaviyayê û bi taybet Finland û Swêd bêtir hest bi gefa Rûsyayê dikin û hewl didin hevkariyên xwe bi NATOyê re zêdetir bikin, tevî ku Moskowê di heftiya yekem a êrîşa xwe ya bo ser Ukraynayê de gef li wan welatan xwaribû ku tevli NATOyê nebin.