Li Australya ji ber lehiyê 2 kes mirin û 40 hezar kes derbider bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Pêncşemê xelkê Herêma New South Wales a Australyayê dest bi derxistina avê ji nav male xwe kirin piştî wêya ku lehiyeke mezin rabûbû, di encamp de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 760 milyon dolar jî zerar gehiştiyê.

Heta niha bi kîmanî 40 hezar kes ji ber lehiyê derbider bûne ku piştî baraneke zêde çêbû. Medya wî welatî dibêje, lehî hewqasî mezin û bihêz bû, ava çeman zêde kiriye û bi qasî kevirên Uluru av ji şelaleyan hatiye xwarê.

Uluru girekî kevirî yê qedîm û Australyayê ye, bilindahiya wê 863 metre ye, li ba xelkê resen ê Australyayê pîroz e, dîroka wê vedigere 550 milyon sal berî niha. Bendera Mecware li Herêma New South Wales yek ji wan navçeyê herêmê ye ku ji ber pêla avê gelek zerar gehiştiyê.

Beşek ji xelkê Sendy neçar bûn biçin ser banên xaniyên xwe piştî ku hundir tejî av bû. Rêvebera Keşnasiya Welat Victoria Dodds ragihand ku di demjimêrên pêş de egera çêbûna lehiyên zêdetir heye. Ji dema lehî li wê navçeya Australyayê rabûye, çendîn tîmên berevaniya şaristanî û bihewarveçûnê bo rizgarkirina xelkê li herêmê belav bûne û heta niha tenê nûçeya mirina du kesan belav bûye.

Li navçeyeke New South Wales 100 santîmetre baran bariya ye, Ofîsa Keşnasî ya Australyayê jî dibêje, rêjeya pîvaneyî ya barîna barana îsal derbas kiriye. Ji ber baran û lehiya Australyayê hezaran mal ketine bin avê, 40 hezar kes derbider bûne, bi hezaran kesên din jî di jêr gefa derbiderbûnê de ne, bi taybetî piştî ku hişyariya lehiyên din hatiye dayîn.

Hakima Herêma New South Wales Gladys Berejiklian dibêje: “Divê em hişyar bin ku dibînin bi hezaran kesên din hê jî di jêr metirsiya derbiderbûnê de ne, metirsî heye ava çeman rabe û av kom bibe ku 50 sal e me tiştekî wiha nedîtiye, li hinek cihan 100 sale me tiştekî wiha nedîtiye.”