Biden pirsa koçberên ser sînor dispêre Kamala Harris

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Joe Biden pirsa koçberên li ser sînorê Meksîkayê sipart Kamala Harris a cîgira xwe û daxwaz jê kir hewlên xwe bixe tevgerê bo wêya ligel her yek ji welatên Honduras, Guatemala û Salvadorê biaxife daku koçberên xwe bibin.

Serokê Amerîkayê Biden li Koşka Spî ligel Kamala Harris û tîma xwe civiya ku pêkhatibûn bo çareserkirina krîza koçberên li ser sînor. Biden got, Kamala Harris biaxife wiha bizanin ew axifiye.

Biden daxwazê ji welatên navçeyê dike ku di nav xwe de krîzan çareser bikin û dibêje, eger we li welatên xwe pirsgirêk nehiştin, hun fêdê dighînin xwe, me û xelkê jî. Herwiha dibêje, aboriya we vedijînin û xelk bo welatên we vedigerin.

Biden dilgiraniya xwe pêşan da ku îdareya Trump piştgiriya darayî bo welatên Honduras, Guatemala û Salvadorê qut kir ku dihat bikaranîn bo çareserkirina çavkaniya koçkirina xelkê bo Amerîkayê. Serokê Amerîkayê biryar da wan 700 milyon dolarên di butçeyê de bow ê bernameyê vegerîne.

Serokê Amerîkayê Joe Biden wiha axivî: “Cîgira Serokê Amerîkayê hevra ye ku di wî warî û çend mijarên din de piştgiriya wê dikim. Ev cihê sipasiyê ye jî. Piştgiriyê lê dikim hewlên dîplomatîk bide û ligel van welatan kar bike daku koçberên xwe werbigrin û tedbîrên dijwartir li ser sînorên xwe li beramber koçberan werbigrin, em di wê derbarê de ligel Meksîkayê di gotûbêjê de ne. Kamala bi vî karî rabûye. Ev hemû ne erk û berpirsyariya wê ye, lê ew bi vî karî rabûye, ji ber dema berpirsyariyekê dispêrî kesekî, pêwîst nake ew kes ji serok bipirse, dema Kamala axifî wate ez axifî me. Pêwîst nake pirsê bi min bike. Ew dizane çi dike. Hêvîdar im wî karî bibin serî.”