Komîteya Parastina Rojnamevanan: Di 2022an de 67 rojnamevan hatine kuştin

25-02-2023
RÛDAW
Rojnamevanên li eniya pêş a şer, Ukrayna. Wêne: AFP
Rojnamevanên li eniya pêş a şer, Ukrayna. Wêne: AFP
Nîşan CPJ Rojnamevan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihand, di sala 2022an de li seranserî cîhanê 67 rojnamevan hatine kuştin. Li gorî Komîteya Parastina Rojnamevanan, 41 ji wan rojnamevanan bi awayekî rasterast ji ber karên xwe bûne armanc.

Şopandina şer li Ukraynayê, alozî û xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ber canjidestdana keça Kurd Jîna Emînî, lêkolînên derbarê gendelî û grûpên tawankar de li Amerîkaya Latîn faktorên herî xuya ne, Komîteya Parastina Rojnamevanan behsa wan dike ku di sala 2022an de rojnamevan ji ber wan bûne qurbanî.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) sala 2022an wek saleke bi xwîn bo rojnamevanan li cîhanê bi nav dike.

Rêveberê Preograma CPJê Carlos Martinez de la Serna got, “Navçeya herî bi xwîn bo rojnamevanan di sala 2022an de parzemîna Amerîkayê bû. Ev gelekî mezin e ji ber sedemên cuda, ji ber ti şerekî aktîv li wê derê nîne. Lewra em Meksîka yan Haitî ligel Ukraynayê berhev dikin.”

Li gor Komîteya Parastina Rojnamevanan, di sala 2022an de 67 rojnamevan li cîhanê hatine kuştin ku 41 kes ji wan rasterast ji ber karên xwe hatine armancgirtin.

Kuştina herî zêde jî li Ukraynayê bûye ku 15 kes bûn û li tevahiya Amerîkaya Latîn jî 30 rojnamevan hatine kuştin.

Derbarê kuştinan rojnamevanan de li navçeyê, li gor komîteya navborî, li her yek Tirkiye û Sûriyê rojnamevanek hatiye kuştin lê Iraq û Îranê kuştina ti rojnamevanekî nehatiye tomarkirin.

Kuştina Peyamnêra Cezîre Şîrîn Ebû Aqle di dema erkê xwe de li kenara rojava yek ji xuyatirîn dosyeya kuştina rojnamevanan bû di sala 2022an de.

Çend lêkolînek, di nav de lêkolîneke Amerîkî, piştrast dikin ku ji nav hêzên Îsraîlê teqe li Şîrîn hatiye kirin, lê Îsraîl îtirafê bi wan lêkolînan nake.

Rêveberê Tora Peyamnêrên Bêsînor Christophe Deloire anî ziman, “Eger temaşeyî nexşeya azadiya rojnamegerî ya cîhanê bikî, dibînî ku sal bi sal tarîktir e, ji ber rojnamegerî di jêr gefê de ye. Niha jî çend eniyên cuda hene. Rojnamevan dikevin ber êrîşan. Mafên wan tên binpêkirin. Hinek caran jî tên kuştin.”

Komîteya Parastina Rojnamevanan dibêje, di sala 2022an de 363 rojnamevan ji ber karên xwe hatine girtin ku li gor sala pêştir ji sedî 50 zêde bûye.

Nûnerê Komîteya Parastina Rojnamevanan li Ewropayê Atilla Mong  got, “Bilindbûnek di girtina rojnamevanan de heye bi rêya bikaranîna amrazên yasayî bo rêgirtin li rojnamevanan di dema şopandina gendelî û pirsên axaftin li ser wan heye. Desthilat yasayan bikar tînin daku êrîşî rojnamevanan bikin û bi rêya dosyayên yasayî rojnamevan tên bêzarkirin.”

Komîteya Parastina Rojnamevanan welatên ku herî zêde rojnamevan lê hatine girtin wisa ye: Îran 62 rojnamevan, Çîn 43 rojnamevan, Myanmar 42 rojnamevan, Tirkiye 40 rojnamevan, Belarûs 26 rojnamevan û Sûriye 5 rojnamevan. Li gor komîteyê li Iraqê di sala 2022an ti rojnamevan nehatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst