Xwendekarên Kurd ên li Ukraynayê daxwaza vegerandinê dikin

25-02-2022
RÛDAW
Xwendekarên Kurd ên li Ukraynayê daxwaza vegerandinê dikin
Xwendekarên Kurd ên li Ukraynayê daxwaza vegerandinê dikin
Nîşan Xwendekarên Kurd Ukrayna Vegerandin Rûsya Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serê Sibeha roja Pêncşemê Operasyona leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê destpêkir. Şer beşeke zêde ya jiyan, bazar û zanîngehên wê rawestrandiye.

Hejmareke xwendekarên xelkê Herêma Kurdistanê li wî welatî ne û niha ku rewş têk çûye dixwazin vegerin Herêma Kurdistanê.

Bi gotina beşek ji wan xwendekarên Kurd ku li Ukraynayê ne, metirsî li ser jiyana wan çêbûye.

Xwendekarekî Kurd li Zanîngeha Tara Shevshenko ya Kîevê dibêje “Em wek xwendekar tevlî xelkê Ukraynayê bûne û ji bo me bûye bargiranî, ji ber bombebarankirin û bargiraniya Rûsyayê bo ser Ukraynayê”

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf dibêje, balyozxaneya wan li Kîevê daxwaz ji 27 zanîngeh û peymangehên wî welatî kiriye ku ew ji bo xwendekarên Iraqî yên ku di wan de dixwinin, di warê dayîna mohleta xwendinê de asankariyan bo wan  bikin û daxwaz jî kiriye ku wan biparêzin. Pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo vegerandina xwendekarên Kurd ên li wî welatî destpêkirine.

Rêveberê Giştî yê Peywendiyên Rewşenbîrî yên Wezareta Xwendina Bilind Dr.Yasîn Salih got “Xwendekarên ku li Wezareta Xwendina Bilind tomar in, hejmara wan 25 kes in. Li gel vê jî dibe ku hejmareke zêdetir jî hebin, ji ber ku navên wan ne tomarkirî ne yan jî salên pêştir de çûbin û heta niha xwendina xwe berdewam dikin. Herwiha heta niha li gel Wezareta Derva ya Iraqê û balyozxaneya Iraqê di têkiliyê de ne. Hemû nav hatine tomarkirin. Niha rew aloz e, lê me amadekariyan kirine di rewşeke guncaw de wan vegerînin Kurdistanê.”

Di van çend salên borî de çûna xwendekarên Kurd bo welatên derve bi mebesta bidestxistina bi taybetî  bawernameyên master û doktorayê  zêde bûye. Ukrayna jî yek ji wan welatên Rojhilatê Ewropayê ye ku hejmareke berçav a xwendekarên Herêma Kurdistanê bi mebesta bidestxistina wan bawernameyan berê xwe didin wê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst