Ukrayna: Rûsyayê 30 tank, 130 wesayitên zirxî û 13 balafir û helîkopter ji dest dan

25-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Ukraynayê Valeriy Zaluzhny ragihand ku di roja ewil a êrişa li dijî welatê wî de ziyanên Rûsyayê zêdetirî 30 tank, nêzîkî 130 wesayitên zirxî, 7 firoke û 6 helîkopter bûne.

Zaluzhny, di daxuyaniyekê de li ser Facebookê ragihand ku di van demjimêrên dijwar de, "dijmin" nekariye bigihîje planên xwe yên kontrolkirinê.

Zaluzhny diyar kir ku di roja ewil a êrişê de Rûsyayê zêdetirî 30 tank, nêzî 130 wesayitên zirxî, 7 balafir û 6 helîkopter ji dest dane û got, artêşa Ukraynayê li Xarkiv, Xerson, Sûmî, Ahtirkuyê û herêmên Siverske şer berdewam kiriye.

Balafira leşkerî ya Rûsyayê li herêma Voronezh ket xwarê

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku balafireke kargo ya artêşa wî welatî ya ji cureya An-26 ku li herêma Voronezh difiriya, ketiye xwarê.

Li gor daxuyaniyê, pîlot û xebatkarên di firokeyê de jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê diyar kiriye, li gor tespîtên ewil ketina wê balafira kargo ji ber xeletiya teknîkî bûye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst