Senator ji zêdekirina kirêya demjimêrên karkirinê nerazî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Beşek ji senatorên Amerîkayê ji zêdekirina kirêya demjimêrên karkirinê li Amerîkayê nerazî ne ku Serokê Amerîkayê Joe Biden pêşniyar kiriye û kiriye beşek ji pakêta vejandina aborî piştî bahora Coronayê.

Li gor wê plana Biden ku di çend rojên pêş de li Encûmena Pîran gotûbêj li ser tê kirin, tê de daxwaza 1 trîlyon û 900 milyar dolar tê kirin. Herwiha Biden pêşniyar kiriye ku kirêya karkirinê li Amerîkayê bo her demjimêrekê bi kêmanî bo 15 dolar bê zêdekirin. Lê beşek ji senatorên Amerîkayê, di nav de çend senatorên Demokrat jî ji wê zêdekirinê narazî ne.

Ew senator dibêjin, di demekê de ku zêdeyî 11 milyon Amerîkiyan ji ber bahora Coronayê karê xwe ji dest dane, gelekî zehmet e derfeta kar bo wê hejmara zêde ya xelkê bê dîtin, eger kirêya demjimêrên karkirinê jî wiha were zêdekirin, derfeta karkirinê bo wan kêmtir dibe.

Senatorê Komarî Tim Scott got: “Dixwazim ji we re bibêjim ev valahiyeke mezin e di navbera hestê giştî û siyaseta Demokratan de. Mebesta min ew e di nav bahora Coronayê de ku 11 milyon Amerîkiyan karê xwe ji dest dane, ew tişta dixwazî li vê derê bikî, zêdekirina xerciyan e li ser sektora bazirganî, ev jî li gor Ofîsa Butçeya Kongresê, bandore li kêmkirina 1 milyon û 400 hezar derfeta kar dike.”