Derbarê “navçeya aram” de nakokî hene

Hewlêr (Rûdaw) – “Navçeya Aram” ku serokê Amerîka Donald Trump behsa wê kir, bû mijareke germ ji bo gotûbêjên gelek aliyên navxweyî, herêmî û navdewletî. Derbarê vê mijarê nakokî di navbera wan aliyan de derketin.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 19ê Befanbara 2018an de li ser hesabê xwe yê twitterê  vekişandina hêzên Amerîkayê ragihand. Ew tiwîta Turmp a taybet bi biryara vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, bibû sedem ku bazara siaysetê li gelek paytextan germtir bibe.


Êdî heta niha çarenivîsa wê navçeyê ne zelal û ne naskirî ye, lê her ew di nav dosyeyên sereke de ye, li ser asta hevdîtinên aliyên pêwendîdar bi pirsa Sûriyê.


Ji aliyekî ve, Amerîka û Tirkiyê li ser şêweyê birêvebirina “Navçeya Aram” lihev nekirine. Piştî serdana şanda Tirkiyê bo Washingtonê, berpirsên Amerîkî dibêjin: Hêj xalên nakokiyê li ser wê mijarê hene.


Hinek çavkaniyên Amerîkî tekez dikin ku Waşinton red dike ku hêzên Tirkiyê û grûpên opzisyona Sûriyê li wê navçeyê cih bigirin.


“Navçeya Aram”, ku Trump kûrahiya wê bi 32 kîlometreyan diyar kiriye, li gorî hikûmeta Tirkiyê, dê bi dirêjiya sînorê Tirkiyê, bi 460 kîlometreyan be ûdwê bajar û bajarokên 3 parêzgehên Sûriyê, yên Heleb, Reqa û Hesekê li xwe bigire.


Ji aliyekî din ve, Moskow û Enqerê, li ser vê navçeyê lihev nekirine. Girêdayî vê mijarê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov da zanîn ku derbarê Kurdên Sûriyê, ew ligel Tirkiyê negehiştine nerîneke hevbeş û got: "Helwesta Tirkiyê cuda ye."


Ev yek di demekê de ye, ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku eger ew nikaribin ligel welatên din, li ser “Navçeya Aram” lihev bikin, ew dê bi tena serê xwe, navçeyê dirust bikin.


Erdogan ragihand ku her navçeyeke aram, li ser sînorê Tirkiyê, ligel Sûriyê bê avakirin, divê li bin kontrola Tirkiyê be û got: Nabe ew valahiya ku wê piştî derketina leşkerên Amerîkayê, li Sûriyê dirust bibe, bi YPGê bê tijîkirin.


Erdogan avakirina “Navçeya Aram” weke girîng binav dike û ji bo gotûbêjkirina pirs û mijarên girêdayî vê dosyeyê, Erdogan got ku dibe piştî hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê, serdana Amerîkayê bike, bi taybetî ku ew ji aliyên Trump ve, hatiye vexwendin ji bo vê serdanê.


Hikûmeta Sûriyê jî dibêje ew dê Rojhilatê Ferat û tevaya Bakurê Sûriyê, herwiha Idlib û Reqayê vegerîne bin kontrola xwe.